Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Qeyûman şaredariyên Hezex û Kopê jî talan kirine

Qeyûmên AKP’ê yên tayîn şaredariyên Hezex û Kopê hatin kirin, talaneke mezin kiriye. Hat zanîn ku qeyûmê Hezexê li pey xwe 48 milyon lîre û yê Kopê jî li pey xwe 43 milyon û 935 hezar lîre deyn hiştiye. Qeyûmê Hezexê ku ev jî têrê nedît, qaseya şaredariyê jî dewrî Midûriyeta Mal û Mil kiriye

Di 31’ê adarê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo hilbijartina namzetên rêveberiyên herêmî, zêdetirî 55 milyon hilbijêr çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Di encama hilbijartinê de Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) li gelek bajar, navçe û bajarokan şaredarî ji qeyûmên AKP’ê paşve girtin. Lê beriya her tiştî, hevşaredarên HDP’î bi pirsgirêkeke girîng re rû bi rû ne. Ew jî deynên ku qeyûman li pey xwe hiştin in. Qeyûmên ku bi rêbaza talanê nêzî şaredariyan bûn, hem neguhêzbarên şaredariyê dewrî saziyên din ên dewletê kirin û li hêla din jî bi rêya diziyê, şaredarî di bin çirava deynan de hiştin. Ji van şaredariyan, Şaredariya Hezex a Şirnexê û ya Kop a Mûşê tenê du mînak in.

Namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Hezexê di hilbijartina 31’ê adarê de bi rejeyeke ji sedî 73,8 bi ser ketin. Têkildarî nelirêtiyên qeyûman, hevşaredarên navçeyê Mûrat Şen û Songul Erden ji MA’yê bi Bêrîvan Altan re axivîn. Hevşaredaran da zanîn ku dema ku qeyûm hatiye tayînkirin, di qasaya şaredariyê de 578 hezar û 868 lîre pere hebû lê qeyûman li pey xwe 48 milyon lîre deyn hiştiye. Hevşaredaran got ku şaredarî 33 milyon û 579 milyon lîreyan ji bo Banqa Bajar hatiye deyndarkirin û tenê dikarin 100 hezar lîreyan xerc bikin. Hevşaredaran anî ziman ku ji 36 wesayîtên şaredariyê jî tenê 3 heb saxlem mane.

Qase dewrî Midûriyeta Mal û Milk kirine

Hevşaredaran daxuyand ku 20 roj beriya hilbijartinê jî qeyûman ersayên şaredariyê û mala şînê dewrî Midûriyeta Emlaka Neteweyî kirine. Her wiha wesayîta şaredariyê ya Nissan Navara (Jeep) jî di 8’ê adarê de dewrî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê hatiye kirin. Hevşaredaran diyar kir ku qasaya şaredariyê jî dewrî Mûrat Aşkan ê li Midûriyeta Mal û Milk dixebite, hatiye kirin. Hevşaredarên Hezexê ji bo betalkirina wekaleta Aşkan ketine nava liv û tevgerê.

Nelirêtiyên qeyûman lêkolîn dikin

Hevşaredar Erden destnîşan kir ku ew xebatên xwe niha li Navenda Çand û Hunerê ya Hezexê dimeşînin û wiha derbirî: “Dema em çûn, hundirê şaredariyê hatibû valakirin. Qeyûm li navenda çandê ji xwe re odeyeke ku camên wê gule derbas nedikir, çê kiribû. Şaredarî di bin deynan de hiştiye.” Hevşaredar Şen jî bi lêv kir ku ew niha deyn û nelirêtiyên qeyûman lêkolîn dikin. Şen got ku dê hemû xebatên xwe bi gel re bimeşînin û hemû xebatên xwe bi gel re parve bikin.

‘Me enkaz dewr girt’

Hevşaredarên HDP’ê yên Kop a Mûşê Adnan Topçu û Eylem Saruca jî bi rejeyeke ji sedî 55 hatin hilbijartin. Hevşaredarên Kopê der barê nelirêtiyên qeyûman, ji MA’yê bi Cemîl Ugur re axivîn. Hevşaredar Topçu anî ziman ku dema wan şaredarî dewr girtin, deynê wê 43 milyon û 935 hezar lîre bû. Topçu got ku deynên di meha adarê de hatine kirin, li van deynan nehatine zêdekirin. Topçu got ku dê pereyê ku hatiye xerckirin yek bi yek lêkolîn bikin. Topçu daxuyand ku xebateke bêplan li Kopê hatine kirin û ew enqazekê dewr digirin. Hevşaredar Eylem Sarûca jî bi lêv kir ku piştî qeyûm hatiye tayînkirin,  hemû saziyên jinan hatine girtin lê ew dê careke din vekin.  ŞIRNEX-MÛŞ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar