Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Qeyûmê AKP’ê hewl dide gel bixapîne!

Cûmalî Atîlla ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hatibû kirin û niha wek namzedê AKP’ê yê Amedê hatiye diyarkirin. Qeyûmê ku şaredarî dagir kiriye dixwaze bi hin guhertinên biçûk gelê Amedê bixapîne

Ji roja ku dîroka hilbijartina herêmî ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve hatiye diyarkirin, dek û dolabên hikûmeta AKP’ê dest pê kirin. Ne tenê dek û dolabên AKP’ê, hîleyên qeyûmên hikûmetê ku tayînê şaredariyan hatiye kirin jî dest pê kirin.

Cûmalî Atîlla ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye kirin, niha bi hin guhertinan dixwaze di hilbijartina 31’ê adarê de dengê gel bigire. Qeyûm Atîlla dema ku wek qeyûm hat tayînkirin derveyî girtina saziyên kurdan û guhertina navên kurdî, di otobusên şaredariyan de jî hin guhertin kirin. Qeyûm di şevekê de dirûşma ‘em bi hev re bi hêz in (Bîrlîkte guçluyuz) ku AKP’ê di hilbijartina giştî de bi kar anîbû, li cihê qertên otobûsan bar kir û di her qertlixistinê de ev dirûşm dihat gotin. Tabî ev yek rastî nerazîbûna gel hat lê tevî nerazîbûnê jî ev yek nehat guhertin.

Lê bi nêzikbûna hilbijartinê û wek namzet nîşandayîna Atîlla ya ji aliyê AKP’ê ve, qeyûm dîsa di şevekê de dengê qertên otobûsan guhert û niha tenê cureyên qertan ên wek tam, xwendekar û bê pere tê gotin. Qeyûm Atîlla dixwaze bi vê guhertinê qeyûmbûn û dagirkirina xwe ya şaredariyê bi gel bide jibîrkirin û hêvî dike ku bi vî awayî dengê gel bigire.

Hêjayî gotinê ye hikûmeta AKP’ê jî niha bi hilbijêrên xeyalî hewl dide di hilbijartina herêmî de li bakurê Kurdistanê bi ser keve û bi vî awayî polîtîkayên xwe yên qeyûman bi gel bide qebûlkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar