Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qeyûmê Bêgirê tehemûla navê Eyşe Şanê nekir

Qeyûmê Bêgir a Wanê piştî ku li şaredariyê hate tayînkirin, weke karê destpêkê deriyê Pirtûkxane û Mêvanxaneya Jinan a Eyşe Şanê girt. Hevşaredara Bêgirê ya ji peywirê hatiye girtin, endamên Meclisa Şaredariya û hunermendan bertek nîşan dan û diyar kirin ku qeyûm tehemûla çand û zimanê kurdî nakin

Di hilbijartina xwecihî ya 31’ê adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Bêgirê ya Wanê bi ser ket. Hevşaredarên Bêgirê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan di 6’ê kanûna 2019’an de hatin binçavkirin û ji peywirê hatin girtin. Piştre jî li şûna hevşaredaran, qeymeqamê Bêgirê Erkan Savar weke qeyûm hate tayînkirin. Hevşaredar Şalan di 9’ê kanûnê de hate girtin û Balkan jî hate berdan.

Qeyûmê Bêgirê weke karê destpêkê Pirtûkxane û Mêvanxaneya Jinan a Eyşe Şanê girt. Têkildarî mijarê endamên HDP’î yên Meclisa Şaredariya Bêgirê axivîn. Der barê mijarê de endama Meclisa Şaredariya Bêgirê û cîgira serokê giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Rumeysa Gulmez da zanîn ku qeyûm hefteyek piştî ku hate tayînkirin, pirtûkxane û mêvanxane girt û wiha domand: “Bi van kiryaran dixwazin hemû xebata me li ber çavê xelkê bidin jibîrkirin. Li me zilm û neheqiyeke mezin tê kirin û em dixwazin ev zilm bi dawî bibe. Vekirina pirtûkxane û mêvanxaneyê bi navê Eyşe Şanê bi piraniya dengan û bi erêkirina qeymeqamtiyê hatiye vekirin.”

Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan ku ji peywirê hatiye girtin jî got ku heta niha ji bo girtina mêvanxane û pirtûkxaneyê tu sedem nehatine nîşandan. Balkan da zanîn ku rêbaza qeyûman a vê serdemê ew e ku hemû cihên kurdewar bigirin.

Hunermend Şêrko Kanîwar jî destnîşan kir ku qeyûm dixwaze bi vî rengî huner, ziman û bîra hunera kurdî di nava civakê de birizîne, bihelîne û wiha domand: “Mîrateya çand û hunera kurdî bi hunermendên weke Eyşe Şan dijî. Eyşe Şan navê çand û hunera kurdî ye. Daxistina tabelayê û girtina vî deriyi bêtehamuliya li dijî hunermend û hunera kurdî ye. Astengî û qedexeyên li ser ziman, çand û hunera kurdî ji 20 sal berê xirabtirin. Niha li ber çavê hemû kesî tabelayên kurdî dadixînin. Dixwazin kurdan bitirsînin lê dê negihijin armanca xwe.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar