Qeymeqamê Cizîrê Davût Sînanoglu ku weke qeyûm tayînî şaredariya navçeyê hatiye kirin, derket holê ku bi karmendên dewletê re di bin navê ‘Diyarkirina Desteya Rêveber a Şîrketa Anonûm a Şaredariya Cizîrê’ de bi awayeke derqanûnî ‘Civîna Meclisa Şaredariyê’ li dar xistiye
Wezareta Karên hundir a dewleta tirk di 29’ê cotmeha 2019’an de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir. Dewleta tirk weke qeyûm jî qeymeqamê navçeyê Davût Sînanoglu tayîn kir. Qeyûm Sînanoglu piştî ku hate tayînkirin, bi encumenên karmend re ‘Civîna Meclisa Şaredariyê’ li dar xist. Lê derket holê ku civîn bi awayeke derqanûnî hatiye kirin.
Li gorî agahiyan, qeyûm Sînanoglu di 5’ê mijdara 2019’an de di bin navê ‘Diyarkirina Desteya Rêveber a Şîrketa Anonîm a Şaredariya Cizîrê’ de li şaredariyê ‘Civîna Meclisa Şaredariyê’ li dar xistiye.
Li gorî xwe endamên lijneyan hilbijartin
Di civîna ku bi serokatiya qeyûm Sînanoglu de hatiye kirin de encumenên beşên karên nivîsan, xizmetên darayî û avadanî û bajarsaziyê amade bûn. Di civînê de midûrê Karên Nivîsan Sûat Ozer û midûrê Rêveberiya Taybet a Navçeyê Ahmet Ebem weke endamên ‘Lijneya Rêveberiyê’ hatin hilbijartin. Di heman demê de midûrê Karên Nivîsan a Qeymeqamtiyê Selahattîn Ozkan û midûrê Gerînendeya Darayî yê Şaredariyê Nurullah Ece jî weke endamên ‘Desteya Komîsyona Venihêrînê’ hatin hilbijartin.
Xala ku weke hincet hatiye nîşandan
Qeyûm Sînanoglu hinceta lidarxistina civîna xwe ya bi qeyûm û encumenên memûr re pêk anî jî spart xala 45’an a Qanûna Jimar 5393 a Şaredariyan. Di vê xalê de wiha tê gotin; ‘Di van şaredariyan de heta ku serokê şaredariyê bang neke, Meclisa Şaredariyê nikare bê lidarxistin. Erk û rayeyên meclis, encuman û lijneyan ji hêla endamên encumenan ên di xala 31’emîn de hatine destnîşankirin tê diyarkirin.’
Lê derket holê ku qeyûm bi xalên ku ji bo rewakirina civînê weke hincet nîşan dane re nikare bi encumenên şaredariyê re civîna meclisê lidar bixe. Li gorî xala 31’emîn, ji bo ku peywira meclisê ji hêla encumenan vê bê pêkanîn ev tişt hewce ne;
‘A) Divê yan ji hêla Şûraya Dewletê ve hatibe betalkirin an jî civînên meclisê hatibin paşdexistin.
B) Divê ji nîviyê bêhtir ên endamên meclisê hatibin girtin.
C) Piştî ku endamên cîgir anîn jî divê hejmara tam a endamên meclisê ji nîviyê kêmtir be.
D) Weke demkî ji peywirê hatibe dûrxistin.’
Lê ji bilî dûrxistina hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig, ne biryareke feshkirina meclisê ya Şûraya Dewletê heye û ne jî endamên meclisê ji kar hatine dûrxistin. ŞIRNEX