Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir

Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr da zanîn ku qeyûmê li şûna wan hatiye tayînkirin, şaredarî 134 milyon lîreyên din xistiye bin deynan û wiha got: “Em ê derheqê van nêliretiyan de dozê vekin.”

Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, bi munasebeta salvegera tayînkirina qeyûman li hotêleke bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Necdet Îpekyuz û gelek kesên din jî di civînê de amade bûn.

Hevşaredar Songul Korkmaz diyar kir ku bi rêbaza qeyûman tê xwestin ku pêşî li xebatên wan bê girtin û wiha domand: “Çavkaniyên gel, ne ji bo gel lê ji bo xwe û alîgirên xwe bi kar tînin. Ev rewş hêj niha jî berdewam e. Kesên ku bi rengekî derhiqûqî qeyûm tayîn kirine, karê xwe yê heyî bi nelirêtiyan didomînin. Ji ber ku venihêrînek tune ye, êdî ev rewş veguheriye rewşeke asayî. Gelê me kesên ku qeyûm li şûna vîna wan tayîn kirine nas nake. Lê bersiva herî delal jî gelê me da wan.”

Piştre jî hevşaredar Mehmet Demîr axivî û rapora ku derheqê qeyûm de amade kiribûn parve kir. Demîr, diyar kir ku qeyûman ji bo şexsan planên revîze yên îmarê yên taybet derxistine û wiha domand: “Bi van planan re îxanet li 50 salên Êlihê kirin. Di 20’ê sibata sala 2020’an de qanûna îmarê ketibû meriyetê. Lê van kesan ev qanûn bi vekirî binpê kirin. Di vê qanûnê de pir bi aşkera hatiye gotin ku kesek nikare planên revîze yên îmarê li gorî parsêlan amade bike. Lê tevî vê rastiyê jî guherînên îmarê yên revîze hatine kirin. Bi van guherînan re hinek şexs rantekî mezin jê dixwin lê hemû kes baş dizane ku ev rant bê bedel nayên dayîn. Zû yan jî dereng em ê giliyê van kesan bikin, dê dozê vekin û ev kes dê bedeleke pir giran bidin.”

 We îmara kîjan deveran kir?

Bi domdarî Demîr anî ziman ku qeyûm di nava hewldanên berevajîkirinê de ye û wiha got: “Di tîrmeha sala 2019’an de me ji bo ku hinek qad ji îmarê re bên vekirin, serî li Lijneya Parastina Axê û walîtiyê da. Gelo ji bilî van deveran, we kîjan dever ji îmarê re vekirine? Wekî hemû plansaziyên me, ev serlêdana me jî hate redkirin. Gelo ji bilî 2 sal derengxistina plana îmarê ya Êlihê, tu xêra we gihişt vî bajarî?”

Qeyûmê Êlihê demek berê gotibû ku di dema HDP’ê de Êlih mîna bajarokekî bû. Demîr, bi vî awayî bersiv da gotinên qeyûm: “We ronahiyên LED’ê xistin daran, bi her stûnan ve portre, al û flama daliqandin, li duryana otogarê totemê Hîv-Stêrkê çê kir. Yek ji van xebatan jî pêdiviya xelkê bajêr pêşwazî nake. Ji bo van xebatan we deh milyonan lîre xerc kirin. Gelo we bi van xebatan bajêr anî standarên şaredariya bajêr?”

Xebatên di dema HDP’ê de hatine kirin

Di berdewamê de Demîr da zanîn ku qeyûm Hulusî Şahîn tu projeyên ku soza wan dabû pêk ne anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me çêkirina Santrala Avêtiyên Hişk da îhaleyê. Veguhestina komelî derxist 23 xetan. Di destpêkê de me 13 otobûs kirîn û piştre jî plana kirîna 10 otobûsên din kir. Pergala Venihêrînê ya Xizmetê hemû xebatên envanterê yên Rûbarê Îluhê kiribûn. Lê ji ber ku wan asteng dikir, me bi tu awayî nekarî bi AFAD’ê re bixebitin. Me nedikariya daneyên îstimlaqkirinê yên berê bigirin. Kanalîzasyonê ziyaneke mezin dida bajêr û me jî dest bi xebata Tesîsa Safîkirina Biyolojîk kiribû. Me dest bi tijekirina qada ku weke Parka Îstîklalê tê zanîn kiribû. Me dest bi xebatên çêkirina Parka Yaşar Kemal kiribû û gelemperî çêkiribû jî.”

Deyn derxistın 414 milyon lîreyan

Hevşaredar Demîr daxuyand ku qeyûmê beriya wan li pey xwe 280 milyon lîre deyn hiştibû û ev agahî dan: “Ev deyn, bi qeyûmê nû re derket 414 milyon lîreyan. Lêçûnên leşkeriyê, polîsan, qeymeqamtî, walîtî, midûriyeta çandê û saziyên wekî zanîngehan ji hêla şaredariyê ve tên pêşwazîkirin. Bi zanebûn şaredariyê têxin nava çirava deynan. Dê çavê me li ser van sepanên bêwijdanî û ne li rê be. Em ê tevahiya van nelirêtiyan teşhîr bikin. Dema şert û merc guncav bûn jî dê dest bi pêvajoya qanûnî bikin.”

‘Qeyûm muxatabê me nîne’

Parlamenter Necdet Îpekyuz jî qeyûm weke karmendekî ku vîna gel xesp kirî pênase kir û wiha bi dawî kir: “Qeyûm, muxatabê me nîne. Ew karmande û dema tayîna wî derket dê biçe. Nikare nûnertiya vîna gel bike.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar