Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qeyûmê Êlihê weke karê destpêkê êrîşî zimanê kurdî kir

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 23’yê adarê de qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê kir. Qeyûm çawa hate şaredariyê, weke karê destpêkê ji malpera webê ya şaredariyê vebijêrka kurdî jê bir.

Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz li dijî avahiyên qaçax rabûbûn û gotibûn ew ê pêşeroja bajêr radestî destê çar pênc muteahîdan nekin. Lê belê bi hatina qeyûm re careke din dest bi avahiyên qaçax hate kirin.

Têkildarî mijarê hevşaredar Demîr axivî û wiha got: “Piştî em hatin binçavkirin, qeyûm pankartên me yên li ser avahiyên bêhesin, bêçîmento, bêstûn û rizandî rakir û dest bi karê înşaetê kir. Ev yek jî nîşan dide ku dê qeyûm bibe sedema texrîbatên çawa. Piştî em ji peywirê hatin girtin, demildest dest bi çêkirina avahiyên qaçax hate kirin. Ev yek jî nîşan dide ku bê ka hesab û kitabên wan çawa ne. Qeyûm û muteahîd di şevekê de li ser çi li hev kirine gelo?”

Zimanê kurdî li ser malperê rakir

Qeyûmê AKP’ê her wiha çawa ku tayîn şaredariyê hate kirin, yek ji karên wî yên destpêkê jî êrîşa li dijî kurdû bû. Qeyûmê tayînkirî di vê çarçoveyê de ji malpera webê ya şaredariyê vebijêrka kurdî jê bir. Ligel vê, gelek nûçe û daneyên di malpera şaredariyê de jî jê birine û agahiyên der barê hevşaredaran de jî jê birine. Qeyûm ji dêvla vebijêrka kurdî, vebijêrka ‘Maseya Spî’ li malperê zêde kir û hemû nivîsên kurdî jê birin.

Her wiha piştî tayînkirina qeyûm, hesabê şaredariyê yê twîtterê jî hemû hate paqijkirin. Ligel vê, hesaba şaredariyê ketiye şopa @Guctoy1 ku xuyaye hesabekî trol e. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar