Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Qeyûmê Mêrdînê 150 karker ji kar derxistin

Qeyûmê Mêrdînê Mûstafa Yaman dawî li karê 150 karkerên MAR-SU’yê de dixebitin anî. Hat zanîn ku qeyûm amadekariyan dike ku dawî li karê gelek karkerên din bîne

Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ê ku ji hêla wezîrê karên hundir ve weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatiye kirin, dest bi derxistina ji kar a karkeran kir. Di vê çarçoveyê de qeyûm yaman 150 karkerên di Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MAR-SU) de dixebitîn, ji kar derxistin. Hat zanîn ku di nava karkerên ji kar hatine derxistin de, yên ku di serdema berê ya qeyûm de dixebitîn jî hene. Hat ragihandin ku ji bo derxistina karkerên din jî amadekarî tên kirin.

Serokê Şaxa Genel-ÎŞ’ê ya girêdayî DÎSK’ê Rahmî Guneş da zanîn ku heta niha 150 karker ji kar hatine derxistin û metirsiyên wan hene ku hejmara karkerên ji kar tên derxistin zêdetir bibe. Guneş got ku li gorî agahiyên ji wan re diçin, dê gelek karkerên li şîrketa şaredariyê KENT dixebitin jî ji kar bên derxistin û derxistina karkeran a ji kar qebûl nakin. Guneş bi lêv kir ku ew li cem karkeran cih digirin û xwest ku rêveberiya qeyûm destê xwe ji ser karkeran rake.

Guneş herî dawî jî wiha bang li karkeran kir: “Bila hevalên me yên karker bên sendîkayê û em bişêwirin bê ka em dikarin çi bikin. Em ji bo parastina mafê karkerên xwe amade ne. Em nexşerêya xwe bi hev re diyar bikin. Em bang li hemû karkeran dikin ku bila bên cem me û em bihevre têbikoşin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar