Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Qeyûmê Mêrdînê 187 karker ji kar derxistin

Qeyûmê Şaredariyê Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman 187 karker ji kar avêtin. Rêvebirê Sendîkaya Genel Îş’ê Mehmet Salîh Dogrul da zanîn ku zext li karkeran tê kirin ku sendîkayên xwe biguherînin

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê cara duyemîn waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir. Qeyûm Yaman piştî ku li şaredariyê bi cih bû, weke karê destpêkê dest bi derxistina karkeran ji şaredariyê kir.

Li gorî nûçeya MA’yê ya bi îmzeya Ahmet Kanbal, qeyûm Yaman piştî ku li şaredariyê hatiye tayînkirin di serî de 150 karker ji kar derxistin. Qeyûm Yaman piştre jî 37 karker ji kar avêtin. Hat zanîn ku qeyûm Yaman gefan li karkeran dixwe ku sendîkaya xwe jî biguherînin.

Gef li karkeran tên xwarin

Têkildarî mijarê rêveberê Sendîkaya Genel Îş’e ya girêdayî DÎSK’ê ye Mehmet Salîh Dogrul axivî. Dogrul anî ziman ku li şaredariyê li ser endamên wan zextên giran hene û li wan gef tên xwarin. Dogrul diyar kir ku li Mêrdînê hê jî tekane sendîkaya rayedar sendîkaya wane û wiha domand: “Dê di 17’ê vê mehê de pêvajoya tespîtkirina rayeyê dest pê bike. Lê belê di vê pêvajoyê de sendîkayên alîgir dest bi êrîşan kirine. Heta niha gef li gelek karkerên îstifa kirine xwarine. Lê tevî vê yekê jî heta niha tu endamên me derbasî sendîkayên wan nebûne.”

Banga piştevaniyê kir

Di berdewamê de jî Dogrul bi lêv kir ku qeyûmê Mêrdînê di demên berê de jî bi hezaran hevalên wan ji kar derxistibûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha jî dixwazin bi zext û gefan sendîkaya me bêbandor bikin. Em ê heta dawiyê mafên xwe biparêzin. Têkildarî mijarê me sendîkayên navneteweyî jî agahdar kirin. Her wiha em ê têkildarî mijarê gilî bikin. Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê heta niha 187 û bi giştî li her sê şaredariyên bajarên mezin jî heta niha 200 karker ji kar hatine derxistin. Em banga piştevaniyê li raya giştî dikin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar