Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Qeyûmê Mêrdînê goristan jî xistiye ber îmarê!

Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê plansaziya avadaniyê ya bajar guherandiye û goristan, erdên çandiniyê, park û gelek deverên din veguherandine qadên avahiyan

Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bakurê Kurdistanê piştî ku gelemperiya şaredariyan ji xespa qeyûmên ji hêla hikûmeta AKP-MHP’ê ve hatine tayînkirin rizgar kirin, nelirêtiyên qeyûman yek bi yek deşîfre dibin. Yek ji van qeyûman jî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê bû. Li gorî nûçeya MA’yê ya bi îmzeya Ahmet Kanbal, derket holê ku qeyûm di hêla avadaniyê de jî nelirêtî kiriye.

Li gorî tespîtên hatine kirin; di dema qeyûm de qada parkê, qada rekreasyonê, qada saziyên fermî û erdên çandiniyê jî di nav de, qadeke 6 metrekare bi awayekî nelirê ji bo avadaniyê hatiye vekirin. Hat zanîn ku li navçeya Mahsertê statuya qada cihokên avê wekî qada avahiyan hatiye guherandin. Di heman demê de qadeke bi hezaran metrekarî ku ji bo qada rekreasyon, civakiyî û çandî ya li vir hatibû veqetandin jî weke qada avahiyan destnîşankirin.

Goristan girêdayî Defterdariya Mêrdînê kirin

Qeyûm bi vê jî bi sînor nemaye, statûya qada goristanê ya li Mahsertê jî guherandin û xistin ber îmarê. Qada goristanê ku diviyabû girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûya, bi guherandina statûya wê re xistin ber îmarê û bi Defterdariya Mêrdînê ve hate girêdan. Li hêla din, rêyeke bi firehiya 15 metreyan jî xistin ber îmarê.

Hejmara çêkirina qatên avahî zêde kirin

Heta niha li taxa Cumhuriyetê ya Mahsertê tenê ji bo 5 qatan destûr dihat dayîn ku xwedî avahiyan çêbikin. Lê qeyûm ev yek guherand û kire 6 qat. Li hin herêmên ku tenê destûra çêkirina 3 qatan hebû jî qeyûm guherand û kire 6 qat. Hat ragihandin ku ev erse yên serokê AKP’a Mahsertê Mehmet Zekî Îpekşen û xizmên wî ne.

Milkê gel difiroşin

Li Şemrex, Qoser, Nisêbîn, Dêrik û Kerboranê jî qadên girêdayî Defterdariya Mêrdînê û qadên parjî yên girêdayî şaredariyê xistin ber îmarê û ji bo firotinê hatine amadekirin. Hat tespîtkirin ku hin erd hatine firotin û erseyên girêdayî şaredariyê jî ji bo firotinê hatine amadekirin. Tenê li Qoserê li gundê Îbrahîmiye, Elîmişmiş û Kocalarê nêzî 3 hezar donim erdê çandiniyê xistine ber îmarê.

Komîsyona diziyê

Hat diyarkirin ku ji bo ku van karan bimeşîne, şaredariyê ji Enqereyê plansazkarê bajêr ê bi navê H.F. bi xisusî anî ye û tevî A.B. û B.E. yên li Serokatiya Daîreya Avadanî û Bajarsaziyê ya Şaredariya Mêrdînê dixebitin. Van kesan li navenda Mêrdînê li apartmana Ozdoganlarê ofîsek kirê kirine û bi pereyan vî karî dikin. Hat zanîn ku di bin navê ‘komîsyon’ ê de pereyekî zêde ji van kesan re hatiye veqetandin.  Ev koma ku bi bertîlan dixebite, ji bo hin erdên girêdayî Midûriyeta Çandinî û Daristanê bixin ber îmarê, ji midûrê midûriyetê Ozkan Onen xwestine ku îmzeyê bide. Lê ji ber ku Onen îmze nedaye ji peywirê hatiye girtin û di 25’ê adarê de Mendûh Dînler anîne şûna wî. Piştî Dînler dest bi kar dike jî di 26’ê adarê de îmzeyê dide û nêzî 3 hezar donim erdê li Qoserê dixe ber îmarê.

Ji ber van pêkanînan heta niha 140 kesan îtiraz kiriye. Îtîraza welatiyan esas nehatiye girtin û lêkolînên şaredariyê yên ji bo vê mijarê didomin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar