Qeyûmê tayînî şûna Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatibû girtin, hat kirin Walî Turker Oksuz, piştî ku xebatên rêveberiya HDP’ê ji Twîttera şaredariyê jê birin, dûre hesabê kurdî yê şaredariyê “@SQerse” jê bir.
Hat hînbûn ku qeyûm Oksuz di heman demê de Meclisa Şaredariyê ya ji 25 kesan pêk dihat betal kiriye. Meclisa Şaredariyê ji 10 endamên HDP’ê, 5 CHP’ê, 4 MHP’ê, 3 AKP’ê, 2 DSP’ê û yên din jî ji endamên serbixwe pêk dihat. QERS