Wezareta karên hundir di 2’yê cotmeha 2020’an de Waliyê Qersê Turker Oksuz wek qeyûm danî ser Şaredariya Qersê ya HDP’î. Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm Oksuz de navê Mor Cafe û Xeta Mor ên di serdema HDP’ê de hatin vekirin, guhert. Navê Cafeya Mor a di 24’ê tebaxa 2019’an de ji bo îstîhdamê hatibû vekirin guherand û kir “Turkuaz Kafe.” Her wiha balkêş e ku tîpa “u” jî bi şekle remza heyv û stêrkan hatiye nivîsandin.
Qeyûm navê Xeta Mor jî guherand û navê ‘Xeta Piştevaniya Jinan’ lê kir.
Xeta Mor di 28’ê gulana 2020’an de ji aliyê Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen ên qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin ve hatibû vekirin. QERS