Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!

Qeyûmê Şaredariya Qoserê navê parka ku ji bo bîranîna Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar di sala 2005’an de hatibû çêkirin, cara duyemîn guhert

Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê îlona 1993’yan de li Êlihê ji aliyê endamên Hîzbullahê û JÎTEM’ê ve hatibû qetilikirin. Li ser nav ango bîranîna Sîncar di sala 2005’an de ji aliyê Şaredariya Qoserê ve park hatibû çêkirin. Qeymeqamê Qoserê ku wek qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin cara duyemîn navê parka Mehmet Sîncar guhert. Cara ewil qeyûmê Qoserê di sala 2017’an de navê parkê guhertibû. Piştî ku rêveberiya HDP’ê di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de şaredariyê paşde qezenc kiribû, navê Mehmet Sîncar dîsa li parke kiribû. Qeyûmê Qoserê Huseyîn Çam navê Mehmet Sîncar ji parkê bir û bi navê “Parka Tepebaşi” guhert û bi vî navî tabela lê daliqand.

Di deriyê yekemîn ê Parkê de navê Mehmet Sîncar û peykerê wî bêxwedî hat hiştin. Birayê Mehmet Sîncar, Alî Sîncar bertek nîşanî guhertina navê parkê da û wiha got: “Kekê min mebûsê vî gelî bû. Li Êlihê hat qetilkirin. Meclisa vî bajarî vê biryarê da û navê Mehmet Sîncar lê kirin. Ji destpêka avakirina parkê ve navî wî lê kiribûn. Guhertina navê parkê me xemgîn kir. Mirov bixwaze nexwaze xemgîn dibe. Li ser navê nirxên gel çi hebe, ji aliyê qeyûman ve tê talankirin û tunekirin. Gelê Qoserê îradeya xwe bijart, lê qeyûm tayînî şûna îradeya xelkê kirin. Ji me re eşkere dibêjin, ‘hûn kî ne, em îradeya we nas nakin, em ê vir birêve bibin, çiqas nirxên we hebin em ê tune bikin’. Me cihê dikin. Ji me re dibêjin, ‘hûn tune ne û em nirxên we binpê bikin’. Vê yekê tînin serê xelkê me. Tehamûla wan li hember navê Mehmet Sîncar jî nemaye. Ji me û nirxên me aciz in. Lê ew çi jî bikin, Mehmet Sîndar nirx û vîna gelê me ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar