Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, di hesabê fermî yê şaredariyê de kurdî rakir
Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ku di 19’ê tebaxê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve weke qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, di hesabê fermî yê şaredariyê de kurdî rakir. Nivîsa “Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê” ya li ser hesabê Twîtterê yê şaredariyê rakir, li şûnê nivîsa “Van Büyükşehir Belediyesi” bi cih kir.
Qeyûmên ku beriya hatibûn tayînkirin jî destpêkê nivîs û tabeleyên bi kurdî rakiribûn. WAN