KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Qeyûmên AKP-MHP’ê ji kurdî ditirsin

Mamosteyê ARSÎSA'yê Saît Kiliç diyar kir ku bi salan e li hemberî zimanê kurdî polîtîkaya êrîş, astengî û asîmîlasyonê tên meşandin û wiha got: “Kurdî her roj li cîhanê zêdetir tê naskirin û pêşxistin. Ji ber vê jî ji kurdî, zimanê kurdî ditirsin, naxwazin pêş bikeve û mezin bibe.”

Desthilata AKP-MHP’ê li hemberî gelê kurd şereke berfireh dane destpêkirin û bi taybetî jî êrîşî zimanê kurdî dikin. Vê yekê jî bi destên qeyûmên ku şareeriyên gel xesp kirine dikin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê afîşên li ser “Dem dema zimanê kurdî ye” nivîsandî amade kirin. Lê belê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, nehişt afîş li bîlboardan bên daliqandin.

Ji mamosteyên Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) Saît Kiliç, qedexeyên li ser Kurdî nirxandin û diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên desthilatê dewam dikin.

Kiliç da zanîn ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên desthilatan rêbaz guherandine, lê tu carî bi dawî nebûne û wiha got: “Lê gelê kurd li hemberî van polîtîkayên asîmîlasyonê, zext û zordariyê têkoşîneke bêhempa nîşan da. Wî her qad veguherand dibistana zimanê dayikê. Çima AKP an jî zîhniyeta desthilatdar li dijî zimanê kurdî derdikeve û polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne? Ji ber ku ji hêz û bandora zimanê kurdî ditirsin. Kurdî parçeya tekane ya jiyanê ye, ya ku jiyanê watedar dike ew e. Bi salan e li hemberî zimanê kurdî polîtîkaya êrîş, astengî û asîmîlasyonê tên meşandin, lê kurdî her roj li cîhanê zêdetir tê naskirin û pêşxistin. Ji ber vê jî ji kurdî, zimanê kurdî ditirsin, naxwazin pêş bikeve û mezin bibe.”

Kiliç da zanîn ku li hemberî qedexeyên li ser kurdî pêwîst e ziman zêdetir were parastin û got: “Li hemberî van êrişan divê her kes zimanê xwe yê zikmakî biparêze. Ji van polîtîkayan re bersiva herî baş ew e ku em zimanê xwe biparêzin. Ew êrîş dikin, lê karê me berxwedan û têkoşîn e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar