Navenda Nûçeyan
Îxtîmala zextên ku wê DYE û YE bike jî rê li ber hilweşandina lîrayê tirkan vedike.
Dolar derket ser 8 lîreyan û piştre daket 7.9 lîreyan. Vê sibehê jî dolar 7.85 û 7.87 de bû. Eûro jî 9,57 lîre ye.
Polîtîkayên desthilatdariya AKP û MHP’ê, bêbaweriya li hemberî Tirkiyeyê û îxtîmala zext û pêkanînên jî zêde dike. Ev jî leza hilweşandina ekonomîk zêdetir dike.