Tê zanîn, dengê herî zêde ji tenekeyê vala derdikeve. Dema yek lêde zîqezîq ji tenekeyê vala derdikeve, hiş li mirov nahêle. Suleyman Soylu yê wezîrê Erdogan, dişibînim vê tenekeyê vala. Zîqezîq û qîreqîra wî ye.
Carek di meclisê de diaxiviya, ‘ox û ox’ dikişand. Xwedêgiravî rê li ber PKK’ê biriye û PKK êdî nikare tîcareta madeyên hişbir bike. Vir û derewê wî zû aşkera bû. Derket holê ku yên tîcareta madeyên hişbir dikin, AKP’yî ne.
Bi gorî îtîrafên Sedat Peker, kurê Bînalî Yildirim bi xwe jî, ji bo rê li tîcaretê kokaînê re bibîne berê xwe daye Venezuellayê. Her wiha wêneya yekî AKP’yî li medyaya dîjîtal aşkera bû. Vî AKP’yî di ereba xwe de madeya hişbir bikardianiya. AKP’yî di serî de qebûl nekirin, gotin ‘Ew ne madeya hişbir e, şekirê pudra ye.’ Lê rastî tal e. Çend roj ji nabên derbas nebû, wêneya ew AKP’yî û ya Suleyman Soylu bi hev re derketin. Wekî dostên çendî sala, di miqama Soylu de bi hevre wêne kişandine.
Li vê derê bimana baş bû. Êdî ser hev wêneyên Soylu bi kesên tarî re li medyaya dîjîtal hatin weşandin. Çi çete, tecawizkar, tacirê madeya hişbir, mafya û hwd. nemane ku wêneyên wan bi Suleyman Soylu re tune be. Aşkera bû ku Soylu hevalbendê hemûyan e.
Ev hevalbendî tiştek aşkera dike: Soylu ne wezîr e, serçete ye. Çi hiqûq nas nake. Tehdîtkarekî faşîst e.
Ev Suleyman Soylu yê tetîkkêşê rejîma Erdogan, li meclisê di niqaşên butçeyê de jî derket pêş. Dema Ozgur Ozel ê CHP’yî axivî wekî çeteyek êrîşî wî kir. Dîsa qîreqîra wî bû. Heman tişt di axaftina Meral Daniş Beştaş ê wekîlseroka koma HDP’yê de jî kir. Di ser de rasterast Meral Daniş Beştaş tehdît kir. Got, ‘Em ê êvarê hevûdû bibînin.’
Meral Daniş Beştaş, bersiveke baş da wî newêrekê. Lê ka hiş û aqil. Newêrek dîsa tehdîd û komployên xwe domand. Ev car xebatkarekî Meclisa Ciwanan a HDP’yê bi kuştina cerdewanekî Cizîrî re sûcdar kir û got; “Hemû belge di destê me de ye.” Çi belge jî nîne. Bi rêya çeteyên xwe senaryoyek amade kiriye û tenê senaryoya xwe tîne ziman.
Gelê kurd van senaryoyan baş dizane. Beriya wê jî heye lê bi taybet piştî 1924’a belkî hezaran car bi van senaryoyan re rûberû mane. Axirîn senaryoyên wan jî di doza Kobanê de derket holê. Bi sedan klasorên tijî derew û vala, dixwazin amanca xwe ya li dijî HDP’ê pêk bînin. Lê yek HDP’yî, yek parêzer ew derfet nadin wan. Hemû belgeyên wan, hemû lîstîkên wan di destê wan de peqiya. Lê ka ew rû ku fedî bikin!
Di dîroka mirovayetî de cûreyên Suleyman Soylu gelek in. Jiyana hemûyan jî li ser derew û komployan hatine amadekirin. Hema bêje aqûbeta yek ji van ne ya xêrê ye. Hinek ji van kesan xwe bi dehan sal li kozîka veşartine. Hinek ji van bi salan di hepsan de mane. Yên hatine sêdarekirin jî hene. Di nav wan de yên herî xwedî ‘xîret’ jî, xwe bi xwe dawî li jiyana xwe anîne. Belkî tişt bi patron û reîsên wan nehatine, lê di encam de hemû tetîkkêş heman aqubet jiyan e.
Balkêş e, qîreqîra van cûre însanan nêzî çûyîna wan zêdetir dibe. Dema însanên din rastî li orta çavê wan dixin, dîn û har dibin. Zêdetir dîqirin.
Suleyman Soylu yê tetîkkêşê Erdogan jî van rojên dawî dehî zêde dîqire. Eh! Madem dîqire, em jî îlan bikin, ew tenekeya vala ye û her ku dişide, zêdetir ditirse û dest bi qîrê dike.
Bêguman, ne remildar im. Di pêşerojê de ew ê çi bibe, nizanim. Lê ez dizanim ku yek kesek ji van cûre însanan, nefesa xwe ya dawî di nav nivînên xwe de bi hêsanî neda ne. Bi tirs jiyane, her ku tirsiyane zêdetir qiriyane, di dawî de jî dema ji desthilatdarî çûne tirsa wan bûye encamê wan.
De ya bi xêr.