Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qirkirina Dersimê ket rojeva meclisa Almanyayê

Koma Partiya Çep a li Meclisa Federal, gazên alman ên eşkere bû ku li Dersimê hatine bikaranîn û balafirên şer ên bi tîpa He111 Heinkel ên sala 1937’an hatin firotin ji hikumeta Merkel pirsî

Meha gulanê ji rojnameya Dersimê Husnu Gurbey û Mahsûnî Gul xwe gihandin belgeyên bi îmzeya Mûstafa Kemal ku nîşan didan, gazên bi jehr ên di dema Qirkirina Dersimê de hatine bikaranîn ji Almanyaya Nazî hatine wergirtin. Piştre jî Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê lêkolîneke berfireh a der barê mijarê de weşandibû.

Hem ji gotinên mexdûran hem jî ji vegotinên rayedarên tirk ên di komkujiyê de para wan hene tê zanîn ku li Dersimê gazên bi jehr hatine bikaranîn. Li gorî belgeyê ku piştî salan eşkere bûn, hikumeta tirk a wê demê di navbera salên 1933-1945’an de ji rejîma Nazî 20 ton gazên weke Chloracetophenon û Îperît tevî tesîsatên otomatîk ên van gazan bixin nava bombeyan wergirtiye.

Mûstafa Kemal 7’ê tebaxa 1937’an mohra xwe danîbû binê belgeyên der barê kirîna amûrên şer û qirkirinê ji Almanyayê. Her wiha li gorî belgeyên ku mohra wezaretên pêwendîdar ên Enqereyê li binî bûn, dewleta tirk ji bo bikaranîna gazên bi jehr sala 1937’an balafirên şer ên bi tîpa Marten ji DYA’yê wergirtiye.

Ji partiya mûxalefetê ya alman Partiya Çep hevkariya sûc a Almanyayê ya li qirkirina Dersimê xist rojeva Meclisa Federal. Bi hewldana parlamenterên Partiya Çep Ulla Jelpke, Dr. Andre Hahn, Gokay Akbûlût, Christine Buchholz, Heike Haensel, Andrej Hunko, Amira Mohamed Ali, Niema Movassat, Dr. Alexander S. Neu, Petra Pau, Martina Renner, Kersten Steinke, Friedrich Straetmanns, Dr. Kirsten Tackmann der barê mijarê pêşnûme hate amadekirin û pêşkêşî meclisê hate kirin.

Di pêşnûmeyê de der barê gazên alman ên li Dersimê hatin bikaranîn pirsên berfireh ji hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel tê kirin. Di pêşnûmeyê de ku 1’ê Tîrmeha 2019’an hate pêşkêşkirin wekîl pirsa “Hikumeta federal der barê belgeyan de xwedî kîjan agahiyan e?” kirin û daxwaza bersiveke berfireh kirin.

Wekîlan her wiha pirsîn ku belge ji aliyê dîroknasan ve hatine lêkolîn an na, gazên bi jehr ên li Dersimê hatin bikaranîn ji aliyê kîjan fîrmaya alman ve hatin amadekirin û bi destûra rejîmê hatin şandin an na?

Di pêşnûme pirsê de wekîlan her wiha bal kişandin ser belgeyeke arşîva Wezareta Karên Derve ya alman ku nîşan dida di sala 1937’an de balafirên şer ên bi tîpa Heinkel He111 ji Tirkiyeyê re hatine firotin. Wekîlan ji hikumeta federal pirsîn ku haya wan ji vê belgeyê heye yan na. Wekîlan diyar kirin, eger ev yek rast be hingî divê bê eşkerekirin ku di nava kîjan şert û mercan de ji Tirkiyeyê re hatine dayin.

Tê payin ku hikumet rojên bê bi rengekî nivîskî bersivê bide pêşnûme pirsa wekîlên Partiya Çep. BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar