Di serdema desthilata faşîst a AKP-MHP’ê re êrîşên li ser jiyan û mafên jinan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê zêdetir bûne. Bi daxuyaniyên wan de dijminatiya li hemberî jinan bi awayekî vekirî derdikeve holê û rê li ber êrîşan vedike. Bi taybetî jî betalkirina Peymana Stenbolê re hemû destkeftiyên jinan desteser dike û bi rêya darazê vê armanca xwe bi bêcezahiştinê pêk tîne. Parêzer Fazîlet Taştan têkildarî polîtîkaya bêcezahiştinê ku ji bo tundiya li ser jin û zarokan tê meşandin nirxand.
Parêzer Fazîlet diyar kir ku bûyerên tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibin û got ku sedema bingehîn a vê polîtîkaya bêcezakirinê ye. Prz. Fazîlet da zanîn ku di çarçoveya polîtîkaya bêcezahiştinê de lêpirsîneke bi bandor û tedbîrên parastin û pêşîlêgirtina li tundiyê kêm in û anî ziman ku ew dibînin ku baweriya jinan bi darazê nemaye. Faziletê wiha dewam kir: “Mixabin di gelek doz û dosyayan de me dît ku lêkolînên bi bandor nehatine kirin, bi taybetî jî di derbarê tundiya li ser jinan de, di dozên sûcên zayendî û xwekuştinê de jî doz bi beraetê bi encam bûne. Di dosyeyên van dozan de tu biryarên parastina jinan tune.”
‘Divê darizandin adiltir be’
Prz. Fazîletê da zanîn ku di bûyerên tundiyê de pêkanînên baviksalar û feodal her tim li dijî jinan di meriyetê de ne û wiha got: “Em dibêjin qirkirina jinan polîtîk e. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, teqez divê daxistina ceza ya ji ber rewşa baş û hwd. neyê kirin. Divê darizandinên adiltir bên kirin. Ji ber ku tişta divê di serî de bê parastin mafê jiyanê ye û em dibînin ku herî zêde mudaxaleyî mafê jiyana jinan dikin.”
Nûnertiya jinan divê zêdetir bibe
Fazîlet Taştan diyar kir ku ji bo çareseriya van pirsgirêkan divê Peymana Stenbolê, Peymana Têkoşîna li Dijî Cêhwaziya li Dijî Jinê (CEDAW) û qanûna bi hejmara 6284’an li dijî êrîşên li ser jiyan, vîn û keda jinan bi awayekî bi bandor pêk bînin. Fazîletê anî ziman ku hilbijartinên herêmî nêz dibin û di vê pêvajoyê de rêxistinbûna jinan di qadên taybet de gelekî girîng e û divê nûnertiya jinan zêde bibe. Fazîlet destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gelek berpirsyarî dikeve ser milê sazî, rêxistin û komeleyên jinan.