Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyên Tûgaya El Hemzat a dewleta tirk li gundê Eyn Dara 650 darên hinarê û fêkiyan birî.
Hate hînbûn ku darên welatiyê bi navê Mihemed Elî Hemkiro yê ji gundê Gurzêlê hatine birîn.
Dewleta tirk a dagirker piştî ku axa kurdan dagir kiribû, rejîmeke teror û talanê ava kiribû.
Li gorî daxûyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ya di 1’ê hezîranê de, di meha gulanê de li navenda bajarê Efrînê û navçeyên Mabata û Racoyê herî kêm 900 darên zeytûn û mêweyan hatine birîn. Ev darên hatine birîn li bazarên Efrîn, Ezaz, Îdlib û Cerablûsê hatin firotin.