Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qirkirina siyasî: 14 kes hatin girtin û 11 kes jî hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê berdewam in. Di vê çarçoveyê de li Wêranşarê 11 kesên hatin binçavkirin û ji 24 kesên li Şaxa Wanê hatibûn binçavkirin, 14 jê hatin girtin

Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî tenê 2 roj man. Bi nêzbûna hilbijartinên rêveberiyên herêmî re hikûmeta AKP-MHP’ê jî li dijî siyasetmedarên kurd lez da operasyonên girtin û binçavkirinê. Hema hema rojane bi dehan endam û rêveberên HDP’ê tên girtin û binçavkirin. Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de polîsên AKP’ê di danê sibehê de bi awayeke hemwext li navçeya Wêranşar a Rihayê bi ser gelek malan de girt.

Di dema serdegirtina malan de polîsan li malan lêgerîn pêk anî û alavên malan bi ser û bin kirin. Hat zanîn ku di encama serdegirtina malan de namzetên HDP’ê yên Meclisa Şaredariya Wêranşarê Gazal Uluk û Halîl Orkan, endam û rêveberên HDP’ê Eyup Turk, Alî Elbenîm, Eşref Taşkin, Haşîm Erdem û Nurettîn Erîn jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku HDP’î bi hinceta ‘Xebata îllegal kirine’ hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wêranşarê.

Binçavkiriyên li Edeneyê derxistin dadgehê

Di 20’ê adarê de jî polîsan li Edeneyê bi ser gelek malan de girtibû û di encamê de hevseroka HDP’ê ya Edeneyê Gulseren Tural û hevserokê HDP’ê ya Seyhanê Hazim Yalçin jî di nav de 12 kes binçav kiribûn. Kesên hatin binçavkirin ji bo wergirtina îfadeyên wan derxistin Dadgeha Edeneyê.

14 kes hatin girtin

Hêzên hikûmeta AKP-MHP’ê di 26’ê adarê de jî li navçeya Şaxê ya Wanê bi ser gelek malan de girtibû û di êrîşê de 24 kes binçav kiribûn. Kesên hatin binçavkirin duh derxistin Dadgeha Wanê. Ji 24 kesên hatin binçavkirin 10 jê hatin berdan. Her wiha dadgehê der barê Nîhat Babur, Attar Ertaş, Meran Kaplan, Tajdîn Balka, Ozgur Orek, Celalettîn Orek, Fahrettîn Orek, Kasim Başkurt, Abdurrahman Semo, Mehmet Şîrîn Tucî, Hîkmet Tomay, Cemal Tomak, Îskender Tafur û Îsmaîl Can jî bi îdiaya ‘alîkarî daye rêxistinê’ biryara girtinê da û şandin girtîgehê. RIHA – EDENE – WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar