Operasyonên qirkirina siyasî ku ji aliyê hikûmeta tirk ve li hemberî siyasetmedarên kurd hatiye destpêkirin dewam dike. Hevserokê HDP’a Mûşe, hevserokên navçeya Hekîmhan a Meletiyê ya HDP’ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
Bi fermana hikûmeta AKP’ê li hemberî siyasetmedarên kurd operasyonên qirkirina siyasî bi binçavkirin û girtinan dewam dikin. Li aliyekî şaredariyan dagir dikin û li aliyê din jî her roj siyasetmedar tên girtin û binçavkin
Hevserokê HDP’a Mûşê hat binçavkirin
Polisan îro serê sibehê li Mûşê bi ser gelek malan de girt û Hevserokê HDP’ê yê Bajar ê Mûşê Mûrat Balkaya û xwendekara zanîngehê Nafiye Bal ku di heman demê Endamê Meclisa Ciwanan a Mûşê ya HDP’ê ye binçav kirin. Hat hînbûn polisan Balkaya û Bal piştî binçavkirinê birine Miduriyeta Polisan a Mûşê. Sedema binçavkirinan nehat hînbûn û tê gumankirin ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.
Li Meletiyê jî qirkirina siyasî
Polîsan li navçeya Hekimhan a Meletiyê bi ser malan de girt. Polîsan di serdegirtina mala Hevserokê HDP’ê Muharrem Ozbey û Endamê Arguvanê Aziz Polat de lêgerîn kirin û piştî lêgerînê Ozbey û Polat binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.
Ji ber ‘retweetê’ lêpirsin vekirin
Bi hinceta, retweetkirina dîmenekî şermezarkirina qeyûman û hin parvekirin têkildarî qeyûman, der barê Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig de 3 lêpirsîn hatin destpêkirin. Hevserok Zirig di çarçoveya lêpirsînan de duh çû Buroya Ewelehiyê ya girêdayî Miduriyeta Polisan a Cizîrê û îfade da.
Di îfadeyan de retweeta Zirig a parvekirina bi dîmen a parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz a têkildarî şermezarkirina qeyûman bûye hinceta “propagandaya rêxistinê. Dîsa parvekirinên Zirg ên li ser hesabê wî yê twîtterê yên mîna “Hilbijartî ji bo xebatê hewl dide, qeyûm jî ji bo diziyê hewl dide. Rê ji xespkirina vînê re tuneye.” û “Em careke din bi bîr bixin ku qeyûm çî ye. Em kesên ku heta têr xwarina xwe, nanê me talan dikin û serşokên bi milyonan çêdikin ji bîr nekin.” jî bûne hinceta “piçûkxistinê”. Tevlêbûna çalakiya şermezarkirina êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Zirig jî bûye hinceta “muxalefeta li dijî qanûna meş û civînan”.
Hevşaredar Zirig bertek nîşanî lêpirsînên ku derbarê wî de hatine destpêkirin da û diyar kir ku heta dawiyê dê xwedî li demokrasî û vîna gel derkevin.