Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Qonax bi qonax dagirkerî

Êdî xuyaye ku êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê ne operasyoneke rojane ya li dijî PKK’ê ye. Qonax bi qonax başûrê Kurdistanê dagir dikin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu ev yek bi aşkerayî anî ziman. Di dema êrîşên li ser Xakurkê de jî ev tişt anîbû ziman. Gotibû ku li ser başûrê Kurdistanê hîn hesabên wan hene û vê jî qonax bi qonax bipêş dixin. Qonaxa yekemîn ew bû ku li hîn dever û girên stratejîk ên PKK lê ne bi dest bixin û li vir wargehên leşkerî ava bikin. Dixwazin li van deveran liv û tevgera PKK’ê bisînor bikin. Qonaxa duyemîn jî êrîşek bi giştî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tasfiyekirina PKK’ê ye. Qonaxa sêyemîn jî; îxtîmaleke mezin êrîşeke li dijî Îranê û sûdgirtina ji aloziya li Iraqê ye. Ji ewil Kerkûkê dagir bike û temamiya başûrê Kurdistanê bixe bin bandora xwe.

Gotin ku ew derbasî qonaxa duyemîn bûne. Ji ber vê jî di roja 15’ê hezîranê de bi 30 balefirên şer hemû başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Weke gayê ku kêr li ber stûyê wî ye, tevgeriya. A niha jî li seranserî sînorê başûrê Kurdistanê xwe amade dike ku êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike. Destpêk jî Heftanîn e û dixwaze li hemû başûrê Kurdistanê belav bibe.

Lê her çiqas bibêjin ku ew derbasî qonaxa duyemîn bûne jî hêj qonaxa yekemîn jî bi pêş neketiye. Di bihara sala 2018’an de bi dagirkirina herêma Biradostê re ev yek dan destpêkirin. Di sala 2019’an de li Xakurkê ev yek domandin. A niha jî dixwazin li herêma Heftanînê berdewam bikin. Lê ne li Biradostê û ne jî li Xakurkê tu pêşketineke wan nîne. Li hemberî vê plana dewleta tirk, gerîlayên PKK’ê berxwedaneke mezin raber dikin. Nahêlin ku li pêş bikevin. Qonaxa yekemîn rastî berxwedana gerîla hat û nahêle pêşketin tê de çêbibe. Ji ber vê yekê jî bi lez û bez gotin em derbasî qonaxa duyemîn bûne. Ji ber ku faşîzma AKP-MHP’ê di hundir de rewşeke pir xeter dijî. Roj bi roj dihele û li ber mirinê ye. Dixwazin vê binketin û helîna xwe bi êrîşeke li dijî kurdan veşêrin û careke din xwe komî ser hev bikin. Çawa ku qonaxa yekemîn hêj bi ser neketiye, ne di êrîşa 15’ê hezîranê de û ne jî niha tu gavekî pêş neketine. Jixwe êrîşa hewayî fiyasko derket. Êrîşa li ser Heftanînê hêj jî didome lê berxwedaneke pir mezin heye.

Li hemberî dagirkirina başûrê Kurdistanê hêzên navdewletî bêdeng in. Ji ber ku ew jî parçeyeke vê plana dewleta tirk in. Her çiqas dewleta Iraqê hîn daxuyaniyan bide jî, ne jidil in. Heke ji jidil bûya, dewleta tirk nikaribû ji hewayî êrîşî Şengal û Mexmûrê bikira. Bi destûra wan ev êrîş hatine kirin. Xuyaye ku dewleta Iraqê re hîn bazarî hatine kirin. Lê dewleta Iraqê ne serbixwe ye û ji hêla gelek hêzan ve tê birêvebirin. Îxtîmaleke mezin bi hêzeke re lihev kirine. Sekna hikûmeta herêma Kurdistanê ya li hemberî êrîşan jî pir balkêş û sosret e. Bêdil û şermînokî daxuyaniyan dide. Lê daxuyaniyên wan rastî bertekên dijwar ên raya giştî ya kurd hatin. Xuyaye ku hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê vê plana dewleta tirk a ku qonax bi qonax bi pêş dixin, nabînin. An jî dibînin lê belê dengê xwe dernaxin. Plana dewleta tirk di nava kurdan de weke ‘Taştê ez bim, firavîn û şîv jî tu yî’ tê nirxandin. Armanc têkbirina statûya başûrê Kurdistanê ye. Îxtîmaleke ku dewleta tirk ji bo vê mijarê li Iraqê bi hinek şîayên Iraqê re lihev kiribe. Heke ku hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê seknekî neteweyî pêş nexin û ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û hizbî tevbigerin, wê demê ev dagirkerî dê wan jî tune bike. Vê rastiyê heta zarokekî kurd jî dibîne.

Ji sedî 90’î gelê başûrê Kurdistanê li dijî vê dagirkeriya dewleta tirk e. Dibe ku hêj bertekên dijwar derneketibin. Lê ev nayê wê wateyê ku dê dernekevin. Pênc meh berê malên dewleta tirk bi awayeke xurt hatin boykotkirin. Li dijî dewleta tirk bertekeke hişk heye. Ev yek di şexsê Şeladizê de şênbertir dibe. Dewleta tirk bizanebûn êrîşî gelê Şeladizê kir û 5 welatî şehîd kirin. Heyfa xwe ji gelê Şeladizê girt. Di çapemeniya xwe de kesên sivîl ên qetilkirin, weke ‘terorîst’ nîşan dan. Dê çirûska wê belavî hemû Başûr bibe. Çirûska ku şeladiziyan pê xistî dê belav bibe. Dagirkeriya başûrê Kurdistanê tenê bi sekn û bi ruhê gelê Şeladizê dikare têk biçe.

Nûçeyên Têkildar