Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Qonaxa Seyemîn a Operaseyona “Mirovî û Ewlehiyê” destpê kir

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê qonaxa seyemîn a “Operaseyona Mirovî û Ewlehî" li Kampa Holê da destpêkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) qonaxa sêyemîn a operasyona “Mirovî û Ewlekariyê” li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê da destpê kirin.

Fermandariyê der barê mijarê de li Kampa Holê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamê Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Hesen daxuyanî bi zimanê erebî, berdevka YPJ’ê Rûken Cemal jî bi zimanê kurdî xwend.

Daxuyanî wiha ye: “Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên ewlekarî û leşkerî di salên borî de hemû barên têkildarî rêgirtina li ber zêdebûna metirsiya terorî li kampa Holê û kêmkirina hovîtiya çalakiyên terorîstî yên ku şaneyên DAIŞ`ê li dijî nişteciyên kampê pêk tînin, hilgirte ser milê xwe. Ev yek ruxmî kêmbûna asta baldariya hêzên navneteweyî ku diviyabû bi berpirsyartiya xwe ya der barê vê dosyaya xeter de rabin, pêk hat.

Di dema derbasbûyî de, çeteyên DAIŞ`ê tevger, çalakî û şaneyên xwe di nava kampê de zêde kirin. Ev zêdekirin jî hemwextî mijûlbûna hêzên leşkerî û ewlehî di bersivdayîna êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî rejîma Sûriyeyê de pêk hat. Lewma van çeteyan gelek çalakiyên tirsandin û kuştinê pêk anîn; her wiha zext li ser niştecihên kampê kirin û alîkariyên mirovî yên weke pêwîstiyên tendurustiyê şewitandin, nehiştin bi aramî bigihêjin hundirê kampê. Bi vî rengî hewl dan ku hawîrdoreke gûncav ji bo şaneyên terorî ava bikin, zêdetir zarokan beşdar bikin û bi rêya jinên DAIŞ’î yên ku ji bo vejandina DAIŞ`ê roleke aktîf dileyîzin, zarokan li ser fikrên radîkal û tund perwerde bikin. Her wiha planên xwe yên revandin û derxistina tevlîheviyan di nava kampê de zêdetir kirin da ku ewlehiya kampê têk bibin.

Li gel van kiryaran, gelek mikurhatinên şaneyên DAIŞ`ê ku di demên dawî de hatibûn girtin, piştrast dike ku çeteyan bi fermanên yekser ji serçeteyê xwe plan kirine ku ji derve bi rêka pêwendiya bi tevgerên şaneyên di hundir de êrîşî kampê bikin. Ji xwe hîn jî Kampa Holê weke hedefa sereke û amûra propagandaya DAIŞ`ê ye û di hemû weşanên xwe de vê bikar tîne.

Lewre, weke berdewamiya têkoşîna me ya giranbûha û erkên me yên exlaqî û mirovî ji bo pêşîlêgirtina li ber vê yekê, weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) a ku di pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de beşdar dibe û bi piştgiriya hêzên Hevpeymana Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ`ê, em qonaxa seyemîn a operaseyona “Mirovî û Ewlehî” li Kampa Holê radigihînin.

Ev operasyon wê endamên şaneyên DAIŞ`ê û zuhakirina dorhêlên wan, girtina kesên xirabkar ku di nav wan de berpirsên êrîşên terorîstî û hevkarên wan jî hene, her wiha kesên ku fikrên radîkal û tund di nava zarokan de belav dikin, hedef bigire.

Weke hêzên operasyonê yên ku di salên dirêj ên têkoşînê de li hember terorê, bi hêz û disiplîna xwe, xwe îspat kiriye û di vî warî de me gelek bedel dane, em girêdana xwe ya bi qanûn û peymanên mafên mirovan, tekez dikin. Nemaze em girêdana xwe ya bi qanûnên ku mekanîzmaya ewlekariyê yên li hemberî jîngehên weke Kampa Holê ku şaneyên terorîst xwe tê de bi cih dikin û ji bo çalakiyên xwe bikar tînin, rêxistin dike, nû dikin.

Ji xwe wê hêzên me hemû erkên ku dikeve ser milê wan ji operasyon û tedbîrên ewlehiyê yên bilez an jî demdirêj ji bo têkbirina xeteriya terorê li ser herêmê û gelê wê, pêk bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar