Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Qonaxên kar û xebatên MÎT û Parastinê li Şengalê

Di sala 2018’an de yekem cara dewleta tirk a dagîrker li ser pêşengê civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî êrîşek hewayî a bi baleferên keşfê pêk anî û di encamê de Şehîd ket.  Ev dibû yekem êrîş li dijî êzdiyan piştî êrîşa çeteyên DAİŞ’ê liser Şengalê ku wê demê êdî Şengal derbasî qonaxeka nû dibû.

Li Şengalê PDK’ê vekişiya û  destê wî di aliyê bejahî de ji Şengalê qutbû, li vir PDK’ê giranî da karên sîxuriyê liser rêvberiya xweser a Şengalê û pêşengên civaka êzidî. Lê beriya em behsa avakirina şebekeya îstixbaratiya MÎT û PDK’ê bikin emê qala hewildanên PDK’ê ji bo tinekrina rêvberiya xweser bikin.

 ‘Pilana PDK’ê a dagîrkrina Xanesorê’

Di  sala 2017’an pirniya erdingaiya Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê  nehatibû paqijkirin, cihên hatine paqjkirin hêdî pergala xweya jiyana xweser û azad avadikirin.  Li kuderê hijmarek amlbatan vegeriya be desrt bi avakirina komîn û meclisên xwe dikirin ku ev jî dibû bedîl ji desthiladariya PDK’ê re.  li her dera Şengalê PDK’ê di nava deg û dolaban debû ku rêliber xweseriya Şengalê bigire û rê neda  civaka Êzidî ji bindestiyê derkeve. Liser vî esasî  piştî gelek hewildana di 3’ê adara 2017’an de PDK’ê destek ji MÎT’ê girt û berê çeteyên xwe ku nave pêşmergeyên  roj lê kiribûn da bajarokê Xanesorê.

Çima Xanesor?

Xanesor cihê despêkê bû ku bi hevakiya şervanên Rojava YPG û YPJ’ê li gel Gerîla,YBŞ’ê û YJŞ’ê hatibû rizgakirin û gel vegeriya bûyê.  Meclis şaredarî û hemû saziyên xwe gel dabûn avakirin.  Di aliyê ewlekariyê de ji di dest Asayîşa Êzdîxanê debû . Xanesorê pêşngî ji danîna bingeha pergala xwseriyê re dikir û dibû mînka li tevahiya Şengalê.  Ji bo rê liber vê bigirin di 3’ê Adara 2017’an de çeteyên Roj berê xwe dana Xanesorê û êrîşî birin ser hêzên YBŞ’ê YJŞ’ê û Asayîşa Êzdîxanê, ji bo cara yekemîn bû ku hêzên parasrtina Şengalê ê rêvberiya xweser ji rastî êrîşekê dihatin  ji bilî ên DAİŞ’ê, gelê sivîl bi hêzên xwere rêliber vê pilanê girtin û di wir de îradeya civaka Êzidî ji her keserî re derketa pêş.

Destpêkirina êrîşên Hewayî liser Şengalê

Di 24’ê Nîsana heman sale de ji bo cara yekemîn balefirên  şer ê dewleta Tirk a dagîrker êrîşî ser Şengalê kir û cihên YBŞ’ê kirin hedef. Di vir de derket hole  ku piştî êrîşa liser Xanesorê wê Şengal rûbiruyê gelek pilana bê, ji van pilana jî kar ji bo avakirina şebekeya îstixbaratî  a MÎT û Parastinê hate kirin. Di encama kra û xebatê hevbeş û MÎT û Parstinê de li hin kesên Êzidî ku koçberî Başûrê Kurdistanê bibûn hatine xstin û bûn dijminê koka xwe, yekemîn êrîşa ku bi  destek dayîna endamên MÎT û Parastinê hate kirin li 15’ê Tebaxa 2018’an liser mamê civaka Êzidî Zekî Şengalî bû. Di îtirafê endamên MÎT’ê Ehmed Nisredîn Qasim Helo ku di encama operesyona Yekîneyên Taybet ê YBŞ’ê de  hatiya girtin, xuya dibe ku li 2018’an karê şebekeya MÎT û dezgehê Parastinê PDK’ê li Şengalê ketiya meryetê û liser Şengalê kar dikin.

Berfirehbûna MÎT û Parastinê li Şengalê

Liser Şegnalê û xurtkirina şebekeya xweya îstixbaratî MÎT û PDK’ê berdewam bûn, li ser pêşengên YBŞ’ê ê weka Şehîd Zerdeş,PîrHemîd, Cîlo Şervan û Êzdîn Şengalî û gelke cihên din dikirin hedef. Lê piştî ku peyîmana 9’ê Cotmehê li ser Şengalê hate îmzakirin ji aliyê PDK’ê û  hekûmeta Kazimî ve,  li Şengalê gelek hewil hatine dan ku  rêvberiya xweser a Şengalê bê hilandin û Şengal vegere beriya  fermanê di aliyê parastin û îdarî de. Ji bo ev yek pêk neyê bi hezaran xelkê Şengalê û rêvberiya xweser bertek nîşandan. Ji van kesan jî ê ku pêşengî ji xwestekên Şengaliya re kir Fermandar Saet Hesen û Dijwar Feqîr (Merwn Bedel) bûn.

Hedefgirtina Pêşengên Şengalê

Di çarçoveya pilana xwe a tinekirina rêvberiya xweser de MÎT’ê bi hevkariya PDK’ê  kar li ser pêşengên xelkê Şengalê kir û  liser vî esasî şebekeya xweya îstixbaratî ku ji berê de hatibû amadekirin ji Saet Casim ,Selah Berces û Ehmet Niserdîn kirin meryetê û yek bi  yek liser tevahiya kesên di rêvberiya saziya heya jin û ciwanên welatparêz yek bi yek  cihên wan hatin despîtkirin û di serîde ji navneda Parastinê  Dihokê re hatin Şendin û bi rêya berpirsê Parastinê Şêrko ev belge gehan destê MÎT’ê. Ji van kesan bi hevkariya PDK’ê di serîde Fermandarê YBŞ’ê Saet Hesen û Dijwar Feqîr hatin hedefgritin bi armanca derbdayîn li rêvberiya xweser.

Hedef girtina Meclisên gel

Piştî  hemû pilanên me binav kirîn biserneketin vê carê bi armanca belavkirina gel ji derdora rêvberiya xweser a Şengalê êrîşên lisere saziyên gel zêde bûn, ji hedefegirtinan nexweşxaneya heya Meclisên gel.  Bi vê armancê Meclisa gel a Xanesor û Sinûnê bi destê îxanetkaran hatin teqandin. Di 15’ê Hezîrana 2022’yan de li nahiya Sinûnê ya Şengalê, MÎT û Parastinê planeke nû dixin meriyetê. Vê carê hedefa wan Meclîsa Gel a Sinûnê ye û planeke berfireh didin pêşiya xwe. Ev plan li ser du qonaxan tê amadekirin. Wê destpêkê di demeke qerebalix de li meclîsa gel mayîn were teqandin daku bi dehan kes şehîd bikevin, di qonaxa duyemîn de jî wê komên girêdayî PDK’ê bikevin tevgerê û li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser derkevin, asayiş û meclîsa gel ji Sinûnê derxin. Seed Casim di îtirafên xwe de bi awayeke zelal behsa vê planê dike û dibêje: “Hedefa vê êrişê ew bû ku bi dehan kes werin kuştin û gelê Sinûnê li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser rakin.”

Pilana PDK’ê û MÎT’ê a Piştî teqînê

Piştî teqînê qonaxa duyemîn a planê bi destê PDK’ê dikeve meriyetê. Ragihandina şerê taybet a PDK’ê dest bi weşaneke taybet dike û dibêje baregeheke YBŞ’ê hedef hatiye girtin. Hema piştî teqînê, hêzên dij-teror ên PDK’ê jî daxuyaniyek belav dikin û dibêjin êriş li dijî baregeha PKK’ê ya li Sinûnê hatiye kirin. Bi van daxuyaniyan hem dixwazin rastiya êrişê veşêrin hem jî zemîna provokasyonê amade bikin. Wê demê komên girêdayî PDK’ê ku berî hatibûn rêxistinkirin jî dest bi liv û tevgerê dikin, dora meclis û asayîşê dipêçin.

Di îtirafên van kesan de rola PDK’ê a di şehîdkirina pêşengên Şengalê û  tinekirina rêvberiya xweser gelekî zelal dibe. Ji ber ku Ehmet Niseredîn Qasim Helo di serîde  hevdîtna xweya yekemîn bi MÎT’ê re li Dihokê pêk tîne.

Ehmet Niserdîn kiye?

Li gor çavkaniyek ji YBŞ’ê, Ehmed Nisredîn Qasim Helo ku xelkê Xanesorêye, di sala 2018’an de ji ber ku mala wî li Kempa Keperto ya Dihokê ye û ji ber fermana 3’yê Tebaxa 2014’an berê xwe dane Başûrê Kurdistanê û li koçberiyê ne, di bin desthiladariya PDK’ê de ne, dema Ehmed derbasî Başûrê Kuridstanê dibe ku pêşmergeye ye, di seytereya sereke ya derbasî Dihokê dibe, ji aliyê parastinê ve tê girtin û nasnameya wî ya pêşmergetiyê li gel nasnameya wî ya medenî jê tê girtin û ji wî dixwazin biçe navenda dezgehê Parastinê ya PDK’ê ya li Dihokê. Dema Ehmed diçe navenda parastinê ji aliyê kesekî binavê Şêrko ve ku berpirsê Parastinê ye tê pêşwazîkirin û ji wî dixwazin bi wan re kar bike. Ehmed vê teklîfê qebûl dike û di navenda parastinê de kesekî ku navê wî nehatiya zelalkirin yê ser bi MÎT’ê ye, bi riya Şêrko, ew û Ehmed hev nasdikin. Li vir Ehmed dibe endamê MÎT’ê û bi rêya Şêrko berpirsê Parastina PDK’ê agahiyan li ser pêşengên civaka Êzidî digihîne MİT’ê.

Operesyon dewam dike

Beşek ji kesên Bûna dijminê Koka xwe lê nehe biriyar a civaka Êzidiya ku ji nehe û şûnde  çawa nêzî PDK’ê bibe û kesên hatine girtin wê çawa ciza bike.

Liser Operesyonê Fermadariya YBŞ’ê daxuyanî da û da diyakirin ku kesên bûna îxanetkar wê yek bi yek bên girtin û hesab ji wan bê xwestin.

Nûçeyên Têkildar