Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

QSDʹê şaneyeke çeteyên DAIŞʹê bê bandor kir

QSD’ê ragihand ku di operasyona ku li rojhilatê Dêrazorê de, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê daxuyand ku di operasyoneke ewlehiyê de şaneyeke çeteyên DAIŞʹê hatiye bêbandorkirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Di çarçoveya operasyonên domdar ên têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst û wêrankirina baregeh û cihên xwe lê vedişêrin de, Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên girêdayî hêzên me roja pêncşemê 9ʹê Sibatê operasyoneke ewlehiyê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê li dar xist.

Operasyon bi beşdarbûn û desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat. Di operasyonê de yekîneyên me li navçeya Siwer a li rojhilatê Dêrazorê şaneyeke terorîst a DAIŞʹê şopand. Vê şaneyê desteka çek û alavên leşkerî dida şaneyên rêxistina DAIŞ û planên pêkanîna êrişên xwekujî yên ji bo têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê çêdikirin.”

2 çete hatin kuştin

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Piştî dorpêçkirina şaneyê li cihê xwe lê vedişart, yekîneyên me banga xweradestkirinê li şaneyê kir. Lê şaneyê xwe radest nekir û li dijî şervanên me dest bi êrişê kir. Şervanên me bersiva êrişê da û şer derket. Di encamê de 2 terorîst hatin kuştin.

Her wiha di operasyonê de yekîneyên me miqdareke çek û alavên leşkerî desteser kirin:

Çek û alavên hatine desteserkirin

Alavên hatin desteserkirin ev in: Demançeyek, çekeke kalaşnîkof, çekeke M15, bombeyeke destan, 3 telefon, telefoneke bitêl, amûreke rawter (Wifi), kamerayeke biçûk, kembereke teqîner, 550 guleyên BKC’yan, hezar û 400 dolarên amerîkî, 2 cercûrên demançeyan, 14 cercûrên çekên M16, 10 cercûrên kalaşnîkofan, 14 rext, 5 rextên demançeyan, betariyeke şarjkirina telefonan, motorsîklêtek û belgeyên şexsî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar