Îro saet 9:00’ê sibehê li taxa Çarçira ya bajarê Silêmanî endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Yasîn Bûlût (Şukru Serhed) ji aliyê MÎT a tirk ve pêk ve hat şehîdkkirin.
Cîgirê Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Qubad Talabanî têkildarê wê yekê daxuyaniyek da û êrîş bi tundî şermezar kir.
Talabanî di daxuyaniye xwe de bang li hêzên ewlekariyê kir ku ji bo destgîrkirina tawanbaran şev û rojên xwe bikin yek.
Her wiha diyar kir ku Silêmanî ji bo her kesî bajarê aramiyê ye û her kes jî dikare di nav aramî û ewlehiya vî bajarî de bêyî cihêkariyekê bijî. SILÊMANÎ