Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qurbaniyên Covîd-19’ê 76 hezar derbas kir

Navenda Nûçeyan |

Bîlançoya vîrûsa koronayê (Covîd-19) her ku diçe girantir dibe. Roj bi roj li seranserî cîhanê hejmara kesên bi şewbê dikevin zêdetir dibe û yên qurbaniyan jî bi heman awayî.  Li gorî daneyên Zanîngeha John Hopkîns, ji saet 14:40’an ve li gelemperiya cîhanê bi kêmanî milyonek û 360 hezar û 39 kes bi vîrûsê ketin û ji van herî kêm 75 hezar û 937 kes pê mirin. Her wiha heta niha 292 hezar kes jî ji şewbê xelas bûne.

DYA

Welatê ku herî zêde şewb lê zêde bûye, DYA ye. Li DYA’yê 368 hgezar kes bi vîrûsê ketine û ji van 11 hezar kes jê mirin. Zêdetirî 330 hezar kes jî tên dermankirin û rewşa 9 hezar kesan giran e.

ÎTALYA

Li welatê îtaliyan zêdetirî 132 hezar kes bi vîrûsê ketine. Ji van heta niha 16 hezar û 500 kes bi şewbê mirin û 90 hezar kes jî tên dermankirin.

SPANYA

Li Spanyayê jî 140 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketin. Ji van 14 hezar kes mirin, 83 hezar kes tên dermankirin û ji kesên tên dermankirin rewşa 7 hezar kesan nebaş e.

ALMANYA

Vîrûsa koronayê li welatê almanan heta niha derbasî 103 hezar kesan bûye. Ji kesên bi vê şewbê ketin hezar û 800 kes jê mirin û zêdetirî 65 hezar kes jî tên dermankirin.

FRANSA

Heta niha li Fransayê jî 100 hezar kes bi şewba koronayê ketine. Ji van kesan 8 hezar û 900 kesan nekarî xwe jê xelas bikin.

INGILISTAN

Li welatê Ingilistanê 51 hezar kes heta niha bi vîrûsê ketine. Ji van 5 hezar û 370 kes pê mirin. Di heman demê de serokwezîrê welat Borîs Johnson jî yek ji wan kesên bi vîrûsê ketin e û di beşa lezgîn de tê dermankirin. Tê gotin ku rewşa serokwezîr nebaş e.

HOLLANDA

Li Hollandayê 18 hezar û 800 kes heta niha bi şewbê ketine û ji van hezar û 867 kes jê mirin. Nêzî 17 hezar kes tên dermankirin lê ji van rewşa hezar û 400 kesan giran e.

BELÇÎKA

Hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketin li welatê Belçîkayê heta niha weke 22 hezar hatiye tespîtkirin. Ji van welatiyan 2 hezar kes bi şewbê mirin û nêzî 16 hezar kes jî tên dermankirin.

SWÎSRE

Li Swîsreyê hejmara kesên bi vîrûsê ketin 22 hezar derbas kir. Ji van 780 kes jê mirin û 14 hezar kes jî tên dermankirin.

ÎRAN

Yek ji welatên herî zêde ji ber şewba vîrûsa koronayê aloz bûy û daneyên pênebawer parve dike jî Îran e. Li gorî daneyên fermî heta niha 62 hezar kes bi vîrûsê ketine û hejmara miriyan jî 3 hezar û 870 kes ibn. Lê çavkaniyên muxalîf dibêjin ku heta niha 19 hezar û 500 kes bi şewbê mirine.

RÛSYA

Dewleta rûsan her çiqas demekî dirêj belavbûna vîrûsê li welat înkar kiribe jî, hejmara kesên bi vîrûsê ketin roj bi roj zêdetir dibe. Heta niha 7 hezar û 400 kes bi vîrûsê ketine û ji van 50 kes jî mirin.

JAPONYA

Li Japonya 4 hezar kes bi vîrûsê ketin û heta niha 90 kes jê mirin.

PAKISTAN

3 hezar û 700 kes bi vîrûsê ketin û ji van 50 kes jê mirin.

TIRKIYE

Li gorî daneyên fermî yên dewleta tirk, heta niha 30 hezar û 217 kes bi vîrûsê ketine û 649 kes jê mirine. Lê saziyên tenduristiyê dibêjin ku hejmara kesên bi şewbê ketin û yên qurbaniyan ji ya tê gotin gelek zêdetir e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar