Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Qurbaniyên erdhejê hatin definkirin

Ji ber erdheja pîleya 5.9  a duh li navenda bajarê Xoy a rojhilatê Kurdistanê rû da, li taxa Elbîs a navçeya Elbakê ya Wanê hilweşandinek mezin rû da. Li taxê gelek mal û axûr hilweşiyan û 9 kesên dibin xirabeyan de mayîn, jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên Aydin Tosûn, Huseyîn Tosûn, Ekrem Tosûnturk, Reîs Fûrat û zarokên wî Fatma, Mûhammed, Hasret û Hîcran a 6 mehî yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê hatin girtin û hatin taxê. Cenaze piştî ku bi karwanek mezin anîn taxê, di nava xemgînî û girî de birin goristanê. Feryat û axîna Nebahat Fûrat a di erdhejê de 4 zarok û hevjîna xwe winda kirin, kêliyên bi hestiyar li welatiyan dan jiyîn. Ji ber feryat û qirînin bilind dibûn gelek jin ji ser hişê xwe çûn.

Li Taxa Elbîs a 120 mal lê hebûn û veguheriye kavil, rêyên wê û axûrên wê bi termên heywanan tije ne. Hemû malên bi kerpîç ên li taxê hilweşiyane û kavilên gelek mal û axûran hîna jî weke xwe li erdê ne. Di erdhejê de ji ber hilweşandinê, bi hezaran heywanan jiyana xwe ji dest dane.

Welatiyên taxê, diyar kirin ku konên ku hatine vedan kêm in û ceyrana wan tune ye. Welatiyan banga lezgîn kirin û xwestin hin zêdetir kon bên vedan. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar