Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn

Li Dîlokê bi pêşengiya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên maf û hiqûqê bi boneya 7’emîn salvegera qetilkirina Komkujiya Dîlokê merasîma bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de Hevseroka HDP'a Dîlokê Ayten Kaya axivî û got: “Hêj jî kurd bi kîmyasalan tên qetilkirin û di pêvajoya qirkirinê re derbas dibin.”

Di 20’ê tebaxa 2016’an de DAIŞ’ê li dijî daweta malbateke kurd a li Taxa Beybahçe ya navçeya Şahînbey a Dîlokê êrîşeke xwekujiyê pêk anî. Di êrîşê de 40 jê zarok 56 kes hatin qetilkirin. Bi boneya 8’emîn salvegera komkujiyê; bi tevlibûna malbatên qurbaniyan, rêveberên rêxistina Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Dîlokê, Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) ya Dîlokê Sevda Karaca,  rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û rêxistinên civaka sivîl li kolana komkujî lê hatibû kirin merasîma bîranînê hat lidarxistin.  Beşdar, ji avahiya HDP’a navçeya Şahînliyê heta cihe komkujiyê meşiyan.

‘Ev komkujî yek ji komkujiyên li dijî kurdan e’

Di bîranînê de ji ewil Hevseroka HDP’a Dîlokê Ayten Kaya axivî û destnîşan kir ku ev komkujî yek ji komkujiyên li dijî kurda ye û wiha got: “Dîsa mirin bû para kurdan. Hêj jî kurd bi kîmyasalan tên qetilkirin û kurd ji pêvajoya qirkirinê re derbas dibin. Heta ev qeder neyê guherandin dê aştî, wekhevî û azadî neyê vî welatî. Em jî ji bo aştî, wekhevî û aramiyê têdikoşin. Hêviya me ew e ku ev komkujî bi dawî bibin.”

‘Faîlê vê komkujiyê aşkere ye’

Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî bi bîr xist ku bi ser komkujiyê re 7 sal derbas bûne lê hêj jî edalet pêk nehatiye. Karaca, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komkujiya Beybahçeyê, yek ji komkujiyên li dijî kurdan e. Lê faîlên wê nehatin cezakirin. Aşkere bû ku dê komkujî were kirin lê pêşî lê negirtin. Em dîsa dipirsin; yên ku pêşî li komkujiya li dijî kurdan û hêzên demokrasiyê vekirî kî ne? Em baş dizanin bê ka ew kî ne. Me ew kesên digotin ‘piştî komkujiyê dengê me zêde bûn’ ji bîr nekirine. Yên ku kesên tiliya wan di komkujiyê de heye dernexistin holê, nûnerên vîna gelê kurd xistin zindanan. Hêj çendek roj berê di roja şînê de îşkence li Gultan Kişanak kirin. Doh jî êrîşî wekîl Omer Ocalan kirin. Kesên îradeya me nas nakin û qeyûman tayîn dikin, tiliya wan di vê komkujiyê de jî heye. Lê bila baş bizanin ku em li vir in û bi hev re ne. Dê têkoşîna me ya ji bo jiyaneke birûmet bidome.”

‘Darizandineke adilane û hiqûqî nehat kirin’

Ji parêzerên dozê û Hevserokê Şaxa OHD’a Dîlokê Mûstafa Yalçin jî anî ziman ku komkujî li dijî nasnameya kurdî hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Darizandineke adilane û hiqûqî nehat kirin. Xwestin vê dozê bigirin. Ji bo ku faîlên komkujiyê derkevin holê û bên darizandin, weke OHD’ê ya ku ji destê me tê em ê bikin. Em ê her tim li cem mexdûran cih bigirin.”

Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn cihê qurbanî lê hatin qetilkirin û bîranîn bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar