Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn

Kesên di 16’ê adarê de li Helebçe û Beyazitê û di 12’ê adarê de li taxa Gazî jiyana xwe ji dest dane, li gelek bajaran bi çalakiyên cûr bi cûr hatin bibîranîn.

Dîktatorê demê yê Iraqê Saddam Huseyîn di navbera salên 1986 û 1988’an de di encama Hereketa El-Enfalê de li Helebçeyê komkujî pêk anî û deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi rêxistinkirina Abdullah Çatli, komek faşistan di 16’ê adara 1978’an li Zanîngeha Stenbolê 7 xwendekar dan kuştin û ev yek weke Komkujiya Beyazitê tê zanîn. Bi destê dewletê li dijî elewiyan di 12’ê adar 1995’an de ku 22 kes hatin kuştin û ev yek jî wek Komkujiya Gaziyê tê binavkirin. Kesên di her sê komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane li gelek bajaran bi tevlibûna partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk ên sivîl, sendîkayên kedkaran, parlamenter, Dayikên Aştiyê, namzetên hevşaredariyê û hwd. gelek kes tev li bîranînan bûn.

Îzmîr 

Li Îzmîrê bi bangewaziya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatoliyayê, (ANYAKAY-DER) li avahiyê DEM Partiyê yê Îzmîrê ji bo bîranîna komkujiya Helebçe û Beyazitê daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Rahîme Turan, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bîranînê bûn.

Daxuyanî bi deqeyeke rêzgirtina ji bo qurbaniyên komkujiyan dest pê kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kuruş axivî. Kuruş kesên hatine qetilkirin bi bîr anî û got ku ew ê feraseta komkujiyê ji bîr nekin. Endamê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê (Avesta) Ramazan Kaygisiz têkildarî bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane helbestek xwend.

Daxuyaniya KESK’ê

Platforma Şaxên KESK’ê têkidarî her sê komkujiyan daxuyaniyeke nivîskî da û kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

Edene

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê bi munasebeta Komkujiya Helebçeyê li Parka Înonu daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Helepçe nayê jibîrkirin” hate vekirin. Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê û yên navçeyan, TJA, Dayikên Aştiyê, Rêveberên DBP, AYKAY-DER, AATUHAY-DER û ÎHD tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hevserokê DEM Partiyê Seyfettîn Aydemîr axivî û tevî bîranîna qurbaniyên komkujiyan, anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên qetlîam û çewisandinê heya dawiyê li ber xwe bidin.

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Mahfûz Guleryuz diyar kir ku ew ê heya ku aştiyê bînin welat, dê têbikoşin.

Amed

Platforma Ked û Demokrasiyê li Parka Koşuyolû ya navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Helebçe naye ji bîrkirin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de Berdevkê Demê yê Platformê Baver Babur xwend. Babur da zanîn ku komkujî şermezariyeke mezin a dîroka mirovahiyê ye û got: “Em dizanin ne tenê Saddam Huseyîn, dewletên li herêmê, Yekitiya Ewropayê, Amerîka, û hemû hêzên navneteweyî berpirsyar in. Divê baş bê zanîn ku heya pirsgirêka kurd bi riyên demoratîk neyê çareserkirin dê aştî û aramî neyê Rojhilata Navîn. Me Helebçeyê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik jî diyar kir ku kurd rastî gelek zilman hatine û wiha axivî: “Tevî van tiştan kurd di siyaseta cîhanê de bûn aktoreke diyarker. Em pişta xwe nadin êş û nirxên xwe. Helepçe jî yek ji van e.”

Sêrt

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya salvegera Komkujiya Helebçeyê li ber der deriyê avahiya xwe daxuyaniyek dan. di daxuyaniyê de pankarta “Em Komkujiya Helepçe ji bîr nakin” hat vekirin. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tergera Jinên Azad (TJA) û hevserokên navend û navçeya navendî yên DBP û DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn.

 ‘Dora 180 hezar kurd hatin kuştin’

Daxuyanî ji hêla hevserokê DBP’ê yê Sêrtê Ferhat Bozkûrt ve hat xwendin. Bozkûrt, anî ziman ku 36 sal berê di 16’ê Adara 1988’an de kurd ku yek ji gelên qedîm ê Rojhilata Navîn e, dîsa rastiyê hovitiyeke mezin hat. Bozkûrt, diyar kir ku hêza hewayî ya Iraqê bi çekên kîmyewî êrişî bajarê Helebceyê kir û di rojekê de zêdetirî 6 hezar kurd hatin qetilkirin û axivî: “Bi rastî jî gavên komkujiya Helebçeyê li ber çavê cîhanê hat avêtin. Rejîma Baasê ku bi destê Serokê Iraqê Saddam Huseyîn, bi hinceta ku kurd alîkariya Îranê dikin, ji bo tepisandina muxalefeta kurd a li Herêma Kurdistanê pêş dikeve û kêmkirina nifûsa kurdan a li Kerkûkê, li dijî kurdan ‘Tevgera Enfalê’ da hat destpêkirin. Tenê gaza kîmyewî ne avêtin Helebçeyê, bi hilweşandina xaniyan a bi buldozeran jî gund hatin valakirin. Tê gotin ku di dema Enfalê de derdora 180 hezar kurd hatin qetilkirin.”

‘Em ji bîr nakin’

Bozkûrt, da zanîn ku bi vî sûcê li hemberî kurdan, hikûmeta Seddam Huseyîn wek hukûmeteke jenosîdê ku sûcê li dijî mirovahiyê kiriye, derbasî dîrokê bû. Bozkûrt, diyar kir ku tevî vê hewldana qirkirinê jî kurdan tu carî dev ji daxwazên xwe yên xwerêvebirinê û azadiyê berneda û wiha got: “Li hemberî zext, komkujî û tundiyê kurdan têkoşîna xwe ya aştî, azadî û demokrasiyê berfirehtir kirin û li Rojhilata Navîn derfetên jiyana hevbeş afirandin. Em komkujiya helepçeyê ji bîr nakin. Em di salvegera komkujiyê de kesên ku ev komkujiyê pêk anîne lenet dikin.”

Riha

Platforma Ked û Demokrasiyê li pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li navçeya navendî ya Halîliyeyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Tevî pêkhateyên platformê, rêveberên DBP û DEM Partiyê, namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê û navçeyan, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Me komkujiya Helebçeyê ji bîr nekir, em ê nedin ji bîrkirin” hate vekirin. Berdevka Plaftormê ya Demê û Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û da zanîn ku di roja me de jî bi rêbazên cuda komkujî tên domandin.

Pişte Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Rihayê yê DEM Partiyê Celaledîn Erkmen jî di komkujiyê de ser rola hêzên navneteweyî sekinî û got ku ji bo komkujîyeke wekhev neyê jiyîn divê pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin.

Dem Partî li 8 navçeyan daxuyanî da

Rêxistinên navçeyên Sêwereg, Serêkaniyê, Wêranşar, Curnê Reş, Hewag, Pirsûs, Bêrecûk û Xelfetiyê yên DEM Partiyê li pêşiya avahiyên xwe daxuyanî dan û komkûjî şermezar kirin. Di daxuyaniyan de peyamên yekitiya neteweyî hatin dayîn.

Colemêrg

Li Colemêrgê bi tevlîbûna Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partîyê Vezîr Coşku Parlak, Namzetên Hevşaredariya Colemêrgê, rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajar û sedan kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut daxuyaniyê xwend. Armût diyar kir ku komkujî nekarin pêşi li têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê kurd bigire û kesên komkujî pêk anîne lenet kir.

Wan

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li pêşiya Navenda Kar a Aydin Perîhan daxuyanî da. Daxuyaniyê Berdevkê Demê Ekrem Pala xwend û wiha got: “Gelê kurd rastî sûcê şer, qirkirin û tevahî sûcên li dijî mirovahiyê hatin. Em careke din komkujiyên Helebçe, Gazî û Bayazitê lenet dikin. Em van qetlîaman ji bîr nakin û dê nedin jibîrkirin jî.”

Êlih, Bedlîs, Şirnex…

Li Êlih, Bedlîs, Şirnex û navçeyên wê Hezex, Cizîr û Silopiyayê jî bi tevlîbûna rêxistinên Navend û navçeyan ên DBP û DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, TJA, OHD Platfomên Ked û Demokrasiyê, rêxistinên saziyên sivîl, parlamenter, namzetên hevşaredariyên bajar û navçeyan û gelek welatî tev li daxuayiyên bîranînê bûn. Di daxuyaniyan de kesên di komkujiyan de hatine qetilkirin hatin bi bîranîn û peyamên yekitî û têkoşînê hatin dayîn. Herwiha hat gotin ku komkujiyên hatine kirin dê neyên jibîrkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar