Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn

Qurbaniyên Otela Madimakê bi daxuyaniyan hatin bîranîn. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku dê hînî mirina nebin û komkujiyê ji bîr nekin

Navenda Nûçeyan |

Girseya gel a ku li bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) li hev civiya, li gel partiyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî, di salvegera 28’an a Komkujiya Sêwasê de çalakiyek li dar xist.

Mirovên ku duh êvarê ji dehan bajarî bi rê ketin, danê sibehê li ber Şaxê Sêwasê ya PSAKD’ê li hev civiyan. Bi hezaran kesî piştre dest bi meşê kirin. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê û nûnerên rêxistinên elewiyan û rêxistinên girseyî yên demokratîk tev li meşê bûn.

Bi hezaran kesî ber bi otelê ve dest bi meşê kirin û pankarta ‘Na ji komkujiyan re, edalet ji bo Madimakê’ hildan. Girseya gel bi qîrîna dirûşman li ber otelê li hev civiya û qurnefîl û wêneyên kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin danîn ber otelê.

Kujer ji aliyê desthilatdariyê ve hatin parastin

Ebrû Gunay di bîranînê de axivî û ev tişt anî ziman: “Beriya bi 28 salan li vê otelê komkujiyek hate kirin lê ji hingî ve kiryarên komkujiyê hesab nedane û rastî nehatiye aşkerakirin. Lê belê desthilatdariyê kujer û kiryar parast. Hîn jî 3 ji bersûcan li Almanyayê bi hêsanî digerin. Mixabin li Tirkiyeyê hîn rastî aşkera nebûye. Edalet bi cih nehatiye, lewma êşa me mîna roja destpêkê mezin e. Em êşa dayikên xwe parve dikin.

Em kiryaran baş nas dikin. Li hemberî me zîhniyeteke kujer heye. Ev zîhniyet hîn jî li ser kar e. Bi dewleta kûr re tevdigere. Dema ku biryar hat dayîn serkêşê vê dewletê serokkomar gotibû, bi xêr be. Bi vî rengî nîşan da ku têkiliyeke xwe bi çi rengî bi kiryaran, bi kujeran, bi komkujiyê re heye.

Em li ser şopa wan evîndarên rastiyê ne. Em careke din soz didin wan; heta ku rastî aşkera bibe, heta ku kiryar aşkera bibin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Mîrateya wan serînetewandin e

Serokê Federasyona Komeleyên Elewî Bektaşî Huseyîn Guzelgul jî diyar kir ku ew ê bibin dengê kesên di Komkujiya Sêwasê de hatine qetilkirin û wiha got: “Em bi baweriyê bi vê rêyê girêdayî ne. Baweriya me hezkirin e. Serînetewandin mîrateya me ye.

Êşa me mîna roja destpêkê teze ye. Me soz dan ku edaletê bînin Sêwas a bi xwîn. Me Sêwas ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin.”

Serokê PSAKD’ê Ganî Kaplan jî diyar kir ku di nava komkujiyê de dewlet heye, lewma edalet pêk nehatiye û got ku li pişt komkujiyê dewlet bi xwe heye.

Piştî axaftinan semah hate gerandin û bîranîn bi dawî bû.

Li gelek bajaran bîranîn

Di ser Komkujiya Otela Madimakê ya li Sêwasê ku têde 33 ronakbir û nivîskar û 2 xebatkarên otelê jiyana xwe ji dest dan re 28 sal derbas bûn. Bi munasebata salvegera komkujiyê li gelek navendan daxuyanî hatin dayîn û qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn. Di daxuniyan de hat destnîşankirin ku wê hînê mirinan nebin û komkujiyê ji bîr nekin

Amed

Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê, li avahiya Egîtîm Senê ya hejmara 2 a Amedê derbarê Komkujiya Sêwasê de daxuyanî da. Li ser navê platformê Hevserokê Sendîkaya Veguhastinê ya Yekbûyî (BTS) Suleyman Bozkûrt axivî û diyar kir ku piştî Sêwasê nûnerên aştiyê û xwişk û biratiyê Hrant Dînk û Tahîr Elçî hatine qetilkirin û wiha got: “Em ê bi avakirina welatê ked, xwişk û biratî û aştiyê hesabê komkujiyan bipirsin.”

Dêrsim

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dêrsimê, der barê Komkujiya Sêwasê de li Kuçeya Huner daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Di salvegera 28’emîn de wê ronahiya Sêwasê neyê vemirandin, ji bo Sêwasê edalet, ji bo herkesê edalet’ hat daleqandin. Li ser navê hêzan Ekber Kaya daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku komkujî ji aliyê serdestan ve hatiye organîzekirin û ji aliyê komeke kujer ve pêk hatiye û ev tişt got: “Hin kujer qet ji Sêwasê derneketin û jiyana xwe li wir domandin. Em ê rêya wan terk nekin û ronahiya Sêwasê venemirînin.”

DAD

Navenda Giştî ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) bi daxuyaniyeke nivîskî qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û destnîşan kir ku hêzên navneteweyî komkujiyê paşguh kirine.

ÎHD

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî bi sernavê ‘Komkujiya Sêwasê; Mirovatî Hat Şewitandin’ daxuyaniyeke nivîskî weşand û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. ÎHD’ê di daxuyaniyê de ragihand ku tunehesibandina azadiya ol, nêrîn, ramanê û polîtîkayên zextê û tekperestiyê rê li ber komkujiyê vekirine.

Zonguldak

Platforma Demokrasiyê ya Zongûldakê, li ber Bîrdariya Medenvana a li bajar daxuyaniyek da çapameniyê û qurbaniyên komujiyê bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin’ hat vekirin û wêneyên qurbaniyan hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de Endamê Lîjneya Rêveberiya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) Levent Yagcıoglû axivî û diyar kir dema ku mirov bi saxî hatine şewitandin mirovên li bajar şewitandina mirovan temaşe kirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar