Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...
Cuma - 6 Eylül 2024

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Qurbaniyên Pirsûsê hatin bibîranîn

33 Rêwiyên Xeyalan ên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Di axaftinên li bîranînê hatin kirin de hate diyarkirin ku ciwanan armanc dikir ku bigihin berxwedana Kobanê û wiha hate gotin: “Xeyalên wan dê nîvco nemînin.”

33 kesên ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di encama êrîşa DAIŞ’ê ya xwekujiyê de hatin qetilkirin tên bibîranîn. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Kûnt Ayan, Ferît Şenyaşar, Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Hevseroka Federasyona Komalayên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polat, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê û hevşaredarên navçeyê yê DEM Partiyê beşdarî bîranîna li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê tê lidarxistin bûn.

Beriya daxuyaniyê ji Rêxistina DEM Partiyê ya Pirsûsê ber bi Navenda Çandê ya Amarayê ve meş hate lidarxistin. Piştî meşê li vir axaftin hatin kirin.

Heseroka SGDF’ê Berfîn Polat di bîranînê de wiha axivî: “Me 9 sal berê ew şoreş parast, niha divê em ji nû ve ava bikin. Ji ber ku li dijî çeteyên barbar şoreşek bi ser ket. Rêhevalên me Kobanê bi xwîna xwe av dan. Hevalên me bi xeyalên xwe ve hatin qetilkirin. Em piştî 9 salan dîsa li vir in. Bi şoreşa li kêleka me re me xwest em bi gel re hevdîtinê bikin, şoreşê li hemû xakan belav bikin û bi jinan re bînin cem hev. Ji ber ku di şoreşa jinên Rojava de me azadiya xwe dît. Ev şoreş bû hêviya me. Me xwest têkoşîna yekbûyî ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê berfirehtir bikin. Armanca vê xewnê ew bû ku bêdawî bê hiştin. Dewletê pêşî li qetlîamê negirt. Ev komkujî ne tenê komkujiyeke ku bi destê DAIŞ’ê pêk hatiye kirin. Ev komkujiyeke ku bi hevkariya dewlet û DAIŞ’ê pêk hatiye ye.”

Cîgira hevserokên ESP’ê Beycan Taşkiran, diyar kir ku 33 Rêwiyên Xeyalan ji bo xwe bigihînin Kobanê, ji bo bibin parçeyeke şoreşê ji bo hevdîtina bi jin û zarokên Kobanê yên ku li ber xwe didin bi rê ketin û wiha bi lêv kir: “Bi xeyalan bi rê ketin. Xwestin xeyalên ciwanan têk bibin. Çend bedenên hevalên me perçebûn jî destê hevdû bernedabûn. Dema şehîd ketin jî xwedî li nirxên xwe derketin. Ev qetlîameke hevpar bû. Bêdestûr kesek nedikarî bikeve qadê. Lêgerinek mezin dihat kirin. Kujerên ku li bedena xwe bombe girêdan hatin li qadê? Xwestin hêviya jiyana wekhev a gelan bikujin. Xwestin serhildana Kobanê asteng bikin. Gelo asteng kirin? Nikarin asteng bikin. Têkoşîna wekheviyê ya gelan bi dawî nebû û niha jî li ber xwe didin. Tişta ku têk çû rejîma faşîst e. Em ê jiyaneke bi rûmet ava bikin. Xeyalên rêhevalên me nîvco neman dê nemînin jî.”

Li ser navê Dayikên Aştiyê Meyaser Korkmaz axivî û da zanîn ku divê êdî qetlîam pêk neyên, aştî û azadiyê daxwaz dikin, bila dawî li zilmê bînin.

Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan a herî dawî axivî, bal kişand ser qetilkirina ciwanan û wiha got: “Xwestin dawî li doza qetlîamê bînin. Lê em dizanin li pişt vê qetlîamê kî hene. DAIŞ bi rihetî tê navenda çandê û ciwanan qetil dike, me ev yek dît. Lê belê tevahiyê cîhanê jî şoreşa ku pêk hatî dît. Li şûna ku kujer bên darizandin malbatên ciwanan tên darizandin. Lê belê dê têkoşîna me bidome. Davutoglû niha dixwaze li ser vê qetîamê siyasetê bike lê em destûrê nadin vê yekê.”

Piştî axaftinan bi meşê çûn cihê qetlîamê û li vir qurnefîl danîn, pişt re jî serdana gorên qurbaniyên komkujiyê hate kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar