Komeleya Lêkolînên Kurdî, weke destpêkek nû dest bi qûrsên zaravayên kurdî soranî, hewramî û kelhurî yên dike. Komele di 7’ê kanûnê de, wê li ser pergala ZOOM’ê dersên onlîne bide dest pê kirin û ev qûrs dê 3 mehan dewam bike.
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, diyar kir ku cara yekemîn ew qûrsên hewramî û kelhurî ve dikin û wiha got: “Heya niha hem li Tirkiyeyê û hem jî li herêmê qûrsên zaravanên wiha nehatine dayîn. Ev xebata me destpêkek nû ye. Em ê ji bo zaravên soranî û kelhurî polên cuda û ji bo kewramî jî du polan vekin. Çawa ku em dest bi qeydên qûrsan kirin, eleqeyek mezin hat nîşandan. Heya niha 300 kesî serlêdan kirin. Hîna jî qeydên me dewam dikin. Ger serlêdan zêdetir bibin, em ê polên nû vekin. Em bi 4 mamosteyan dest bi qûrsên xwe bikin.”
Li dijî bişavtinê
Sûbaşi da zanîn ku ew bi van qûrsên xwe, dixwazin pêşî li bişavtinê bigirin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin bi qûrsên xwe pêşiya talokeyekê bigirin. Bi hewldanek taybet, tê xwestin ku kurd ji hev dûr bikevin. Em bi awayekê baş hev nas nakin. Ji bo ku em hevdu baş nas bikin, me dest bi vê qûrsê kir.”
Roj û saetên qûrsên di 7’ê kanûnê de dest pê bikin, wiha ne:
Soranî: Duşem, di navbera saetên 20.00 û 22.00’an de.
Kelhurî: Pêncşem, di navbera saetên 20.00 û 22.00’an de.
Hewramî: Rojên Sêşem û Înê, di navbsera saetên 20.00 û 22.00’an de.
Kesên dixwazin xwe qeydî qûrsan bikin dikarin ji vê linkê serlêdan bikin: https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSf7zdgHADtCuajPpMlNPCxhHIffSRbkyouShGiydFcXGczyPQ/viewform. STENBOL