KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Qutib: Tirkiye li ser erêkirina Amerîkayê êrîşî Rojava û Başûr dike

Lêkolînerê lubnanî Hesan Qutib diyar kir ku divê tevahî kesên li herêmên dagirkirî bi cih bûne derkevin û diyardeyên guhartina demografîk ên li dijî nasnameya kurd rabin  û wiha axivî: “Destwerdana Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê û Iraqê der barê êrişên li dijî hebûna kurdan de bi erêkirina Amerîkayê ya veşartî pêk tê.”

Dewleta tirk a dagirker ji bo qirkirina kurdan bi sedan salin bi awayekî hovane êrîşî Kurdistanê dike û bi aybetî di serdema şegê faşîst Erdogan/Bahçeli de ev bi hemû hovîtiya xwe didome. Ev 6 sal in ji bakurê Sûriyeyê ve dest bi dagirkirina xaka Sûriyeyê kir; herêma Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê dagirk kir. Li başûrê Kurdistanê, kurd di zilm û zordariyê re derbas dibin. Êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser jiyana welatiyan xeterî ye, dibe sedema koçberiya bi hezaran welatiyan. Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker plan dike ku êrişeke bejahî ya nû û fireh li başûrê Kurdistanê pêk bîne. Her wiha berpirsên tirkan, piştî gelek serdanên li Bexda û Hewlêrê daxuyand ku êrişan li dijî başûrê Kurdistanê pêk bînin. Dewleta tirk a dagirker ji hebûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditirse û îdia dike ku pêkanîna wê gefan li ewlehiya neteweyî û yekitiya xaka wê dixwe, her wiha ji çi pêşketineke kurdan li başûrê Kurdistanê ditirse ku ew yek li bakurê Kurdistanê jî çêbe. Her tim wê yekê dike hincet ku êrişên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê rewa bike.

Gerînendeyê Navenda Lêkolîn û Şêwiran Hesan Qutib der barê derbarê êrîşan de axivî û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker hewl dide yekitiya herêmên kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parçeyên din ên Kurdistanê çênebe. Ew yek di encama peymana Sykes-Picot de hatin parçekirin û bi salan e li ser parçekirin û lawazkirina wê dixebitin.”

Qutib diyar kir ku hikumeta Şamê çav ji dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ji hêla dewleta Tirk ve, tevî dijberiya wê ya aşkera, digire. Qutib wiha domand: “Destwerdana Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê û Iraqê der barê êrişên li dijî hebûna kurdan de bi erêkirina Amerîkayê ya veşartî pêk tê. Rûsya ji destwerdana dewleta tirk li Sûriyeyê werdigire, ji ber li qada Sûriyeyê hevrik e, da ku hevsengiyekê ji hebûna Îran û Tirkiyeyê re çêke, bi taybet piştî şerê Ukraynayê, ku êdî pêdiviya wê pê heye ku xurdemeniyan hinarde bike.”

Qutib wiha pê de çû: “Rûsya ji vê dagirkeriyê sûdê werdigire, da ku hin hevsengiyan bi Îranê re di aliyê siyasî de bi rêya milîsên wê li Iraq, Sûriye û Lubnanê çêke.”

Qutib diyar kir ku dewleta tirk a dagirker dibîne dagirkeriya wê ya berdewam ji herêmên bakurê Sûriyeyê û Iraqê re firehkirina zindîkirina neteweya tirk û serweriya wê ya siyasî li herêmê ye.

Qutib anî ziman ku rejîma Tirkiyeyê bi belavkirina ruhê tirkî kurdan teşwîqî dijminatiyê dike, rêzê ji çand, şaristanî û rola kurdan re heta ji mafên wan ên rewa re nagire.

Hesan Qutib wiha dawî li gotina xwe anî: “Divê civata navneteweyî dewleta tirk a dagirker şermezar bike û wê nîşane bide ku qanûnên navneteweyî û serweriya dewletan bin pê dike û zextê lê bike ku bêyî şert û mercan vekişe. Ew jî vegera ewle ya şêniyên bakurê Sûriyeyê û Iraqê pêk tîne. Divê tevahî kesên li herêmên dagirkirî bi cih bûne derkevin û diyardeyên guhartina demografîk ên li dijî nasnameya kurd rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar