Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

R.Erdogan dixwaze faşîzma xwe qayimtir bike

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Weke ku yasayên hene, ji bo desthilatiya xwe ya faşîst bide meşandin têra wî nakin, niha hewl dide ku hinek yasayên dijwartir derxe, da ku diktatoriya xwe ya xwînwar hîn qayimtir bike.

Hilbet, dibîne ku roj bi roj stûnên pergala wî dirizin û wê di nêz de hilweşe.

Ji bo ku temenê vê desthilatiya xwe ya xedar û zilimkar, çend salên din jî dirêj bike, bi taybetî jî heta hilbijartinên 2028’an da ku careke din were hilbijartin, hinek yasa û qanûnên nû derdixe.

Navê yasaya wî ya yekê; “yasa ya casûstiyê/ajantiyê” ye. Ya duda jî; “yasaya seferberî û cengê” ye.

Kurt kurmancî, bi saya van herdu yasayan, gava bixwaze dikare her kesî casûs nîşan bide û bixe zindanê. Her wiha kengî ji wî re lazim bibe û bixwaze, dikare “seferberiyê û cengê” îlan bike.

Armanca bingehîn ji van yasayên wisa; ji bo hem tirsê/xofê bide hundir hem jî bide derve.

Ev tê wateya, “kî li dijî desthilatiya min serê xwe hilde ez ê êrîşê bibim ser” û hwd.

Jixwe li hundir, ti teqsiriyê naxe birêveberina pergala xwe ya faşîst û qirker.

Paralelî hundir heman êrîşkariyê û destdirêjiya derve jî dike, hema ji vî alî ve jî ti teqsiriyê nake!

Êrîş û dagirkeriya wî ya li Rojava û Başûr li ber çavan e.

Jixwe van êrîşên qirker, dagirker û talanker ên derve û hundir hev temam dikin û hev xwedî dikin.

Lê qîma xwe bi vê asta nuha nayne, ji ber ku kesên xwedî zihniyeta desthilat a faşîzan, bi gotinek din kesên diz û kujer her tim çavbirçî ne. Bi gotina herêmî jê re dibêje, mîna “gurê dev li xwîn e”!

Ev nav û naverok, bi tevayî li goreyî Recep Erdogan û Devlet Bahçeli ye!

Berê jî gelek caran hatibû gotin ku ev desthilatiya devleta tirk, projeyên hegemonên cîhanê didin meşandin.

Hema bi kurtayî em bala xwe bidinê, li piraniya cihên ku şer lê çêbûn û yên niha şer lê hene, destê dewleta tirk di nav de bû di nav de ye; hema ji Yemenê, Koreyê û Vietnamê em werin îro, li Iraqê, Sûriyeyê, Afxanistanê, Ermenistanê, (gelek welatên) Afrîqayê û niha jî li Ukraynayê û hwd.

Heke bûyera ketina helîkoptera Îranê û mirina heyeta 9 kesî ya rêveberên Îranê li gel Serokomar Îbrahîm Reisî û Wezîrê Derve Ebdullahiyan, di vê çarçoveya jor de were şîrovekirin, bêguman rola dewleta tirk li pêş tê diyarkirin.

Di zemanê berê de, Tansû Çîler û Dogan Gureş, li ser daxwza DYA’yê razî bûbûn ku êrîşî Îranê bikin, lê Silêman Demîrel li dij vê derketibû û gotibû, “Ev jin dihn bû ye û dixwaze serê me bixe belayek mezin” û ew fermana DYA’yê ne pejirand.

Belê mirov bala xwe dide şert û mercên niha, ji her alî ve digonce ligel rewşa Recep Erdogan.

Jixwe di çapemeniyê de, yek ji senaryoyan jî ev e, ku dibe destê R.Erdogan di vê bûyera ketina helîkopterê de jî hebe.

Heke senaryo ne rast bin jî, ev bûyer hem zemînê ji şerê hundir û hem ji yê derve re xweştir dike.

Jixwe R.Erdogan, ji bo temenê desthilatiya xwe dirêj bike şer û cengek wisa, wê ji xwe re weke derman bibîne!

Xurtiya peywendiyên navbera Azerbeycanê û Îsrailê tê zanîn, jixwe li vir gumana yekem dikeve ser van peywendiyên germ. Di heman demê de dostayî û “biratiya tirkîtiya” an jî MAFYAtiya navbera Recep Erdogan û Ilhan Eliyev jî tê zanîn.

Erê, xwedêgiravî ji bo alîkariya bûyerê Recep, AKINCI(ÎHA)ya zavayê xwe Selçuk şand û got,”me termê helîkopterê dît” û pesindariya “biratiya” xwe û Reîsî jî kir. Lê Îran, sixtekarî û derewîniya Recep Erdogan ji herkesî zêdetir nas dike!

Li ser vê nûçeyê jî Îranê, Recep Erdogan derewîn derxist ûgot, “ÎHA ya tirkan tiştek nedît û vegeriya!

Netanyahû, li gel ku ewqas dewletên giregirên cîhanê alîgiriya wî dikir, lê dîsa jî wisa diyar e wê nikaribe xwe ji ber Dadgeha Navneteweyî rizgar bike.

Netanyahu, dibêje; “Yê herî dawî karibe min sûcdar bike Recep e. Ji ber ku ew bixwe qirker e û yê qirkeriya neteweyî li ser gelê Kurdistanê pêk tîne Recep e!

Ma gelo Recep Erdogan, wê karibe xwe ji dadgehên navneteweyî rizgar bike?

Heke hinek dewletên hegemon, ji bo berjewendiyên xwe wî rizgar bikin jî, lê wê nikaribe xwe ji ber xezeba gelê Kurdistanê û gelên herêmê yên mezlûm rizgar bike!

Nûçeyên Têkildar