Ji mêjve tê zanîn ku di Rojhilata Navîn de, pêşkêşên şer û aloziyan, Receb Erdogan û Binyamin Netanyahû ne.
Netanyahû, têra xwe êrîş pêkanîn; him li ser Filistîniyan, him li ser Hizbullaha Libnanê him li ser Sûriyê û him li ser hinek pêşengên şerê Rojhilata Navîn ên Îranê gelek derbeyên giran û xerabkar li van hêzan da.
Erê li dijî van êrîşkariyên wî, ji hêzên sivîl û mafên mirovan gelek deng derket, lê hema hema ji aliyê ti dewletan, bertekek berbiçav ne çû ser Netanyahû. Bi tinê dewleta Başûrê Afrîkayê, ew tawanbar nîşan da û ew gilî kir li Dadigeha Ceza ya Navneteweyî. Divê vê carê dora Receb Erdogan be ku biçe vê dadgehê.
Piştî van bûyerên giran ên Netanyahû, tê gotin “gelo nabe ku fermandarên wî yên jor, hinek hevsarê wî kişandibin, şûna wî vê carê Receb Erdogan ajotin qada şerê malxerab.
Hinek nîşaneyên balkêş jî hene ku çawa Îsraîl û Tirkiyeyê bi hev re vî şerê wesayeta hegemonên cihanê didin meşandin.
Jixwe nûnerên DYA’yê, di serî de wezîrê wan ê karê derve, her roj li welatên Rojhilata Navîn digerin; bêguman bi giranî jî dibin mêvanê Îsraîl û Tirkiyeyê.
Di her du hefteyên berî van êrîşên dewleta Tirk de, Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte, piştî diçe li gel Trump rûdinê, ji wir yekser vedigere tê cêm Receb Erdogan.
Berî wî Serokê Istixbarata Îsraîlê Ronen Bar, hatibû Tirkiyeyê, li gel Serokê MÎT’ê Îbarahim Kalin rûniştibû.
Her wiha hema di heman demê de Wezirê Bergiriyê Ingilistanê John Healey tê Tirkiyeyê.
Berî êrîşê du hefteyan nûnerên Tirk, Rûs û Îranê jî li ASTANA civiya bûn, divê ev jî were zanîn.
Li pey trafika van diplomasiyan, R. Erdogan êrîş da despêkirin, ev jî tê wateya ku ji jor ve destûr an ferman stand û wisa êrîş destpê kir.
Her wiha divê em bînin bîra xwe ku di şerê berê yê Helebê de, Receb Erdogan kişandina van komên cihadîst Nûsra, HTŞ û hwd. ji Helebê birina wan a Îdlibê hildabû ser milê xwe. Wisa diyar dibe ku ewqas sal e van komên çete hemû, ji bo êrîşek wisa jî amade kirine.
Vê siyaseta êrîşkarane, li ser du stûnên bingehî dimeşe.
Yek; dixwazê per û pazkên Îranê bişkîne; mîna Hemas, Hizbullah, Hûsiyên Yemenê, Sûriyeyê û hwd. ji hêz de bixe û paşê êrîşa mezin bibe ser Îranê û rejîma îslamî hilweşîne. Hilbet bi vêya re derbê li Rûsyayê jî dide.
Dudu; Tevgera Azadiyê; dixwazin lawaz bixe û bi vî awayî têxe bin bandora xwe, wisa diyar e ku vî teqtîkî ji mêjve didin meşandin û nuha hêrîşên xwe yên bi vê armancê hîn zêdetir kirine.
Bêguman, vê armanca xwe ya li dijî Tevgera Azadiyê, li Îmraliyê ev bû 26 sal in, di kesayetiya Rêber Apo de li ser hemû Tevgera Azadiya Kurdistanê, şoreş û doza gelê Kurdistanê didin meşandin.
Wisa diyar dibe ku bi giranî van êrîşên dawî jî weke bi taybetî şantajek be li dijî Rêber Apo.
Jixwe tê zanîn û guman nîne ku li Imraliyê bi Rêber APO re pir nîqaşan dikin.
Îca weke bêhna şantajê, ji vê êrîşa Receb Erdogan û gotinên Devlet Bahçeli tê. Weke bibêjîn “vaye em dixwazin te derxin û heta azad bikin, lê lazim e tu jî ‘hema qe nebe’ hinek daxwazên me qebûl bikî, heke tu razî nebe vaye tu dibînî, em ê hîn xerabtir jî bîne serê şoreşa te, Tevgera te, gelê tê, welatê te û hwd!”
Qasî ku em Rêber Apo nas dikin, ew ê tu carî li ber daxwaz, êşkence û şantajên vê dewleta faşîst serê xwe netewîne û vê carê jî xwestinên wan qebûl nake.
Di encame de weke hemû caran vê carê jî lîstik, dek û dolabên wan wê vala biçe.
Îca, Rêber Apo him li derve him li zindanê, ev 50 sal in erk û peywirê xwe bi her awayî pêkanî ye, zêde kiriye kêm nekiriye.
Vê carê, ji carê berê bêhtir kar û xebat dikeve ser milên Kurd û Kurdistaniyan.