Roja çarşemê, R.Erdogan çû serdana ‘dostê’ xwe yê ‘giranbuha’ Pûtîn.
Hem li gorî ku ji civîna wan a çapemeniyê derdiket holê, weke civînek serkeftî nedihat xuyakirin. Dema mirov ev civîn û civînên wan ên berê bide ber hev û şîrove bike, ev civîn ji yên berê gelek lawaztir bû.
Hem axaftinên wan û hem awir û wechên wan, nîşanên xêrê diyar nedikirin. Berovajî, digot êdî têkiliyên van kabirana ber bi têkçûnê diçe! Jixwe di civînên wisa xwedî siyaseta qirêj, tije fen û hîle û fêlbazî de, mirov nikare li jidilîbûnê bigere û hêviya encamên xêrxwazî û mirovperweriyê jê bike.
Berî ku civîna wan dest pê bike bi 2 saetan, berdevka wezareta kar û berên derve Mariya Zaharova, civînek çapemeniyê li dar xist û got; em ê hewl bidin ku kurd û Şam pirsgrêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin û hwd. Li pey van peyvan axivî û got; li Idlibê bûyerên xeter dibin û ev me dixe fikaran û hwd.
Jixwe di van gotinan de, helwesta Pûtîn a ku di civînê de bide xuyakirin, dihat ragihandin. Her wiha pir zelal xuya bû ku, bi zanebûn ev civîna çapemeniyê hatiye amadekirin û ev gotinan hatin gotin, ji bo di raya giştî de giraniyekê biafirînin û bandora neyînî li ser R.Erdogan û şandeya wî bike. Bi gotinek din, berî civîna Pûtîn û R.Erdogan, encamê wê civînê hate xuyakirin û ragihandin.
Ji awirekî din ve jî mirov li têkiliyên R.Erdogan û Pûtîn binêre, mirov dikare bibêjê; êdî têkiliyên wan ber bi dawî yê ve diçe. Gumana xurt heye ku Rûsya û Amerîka li ser mijara Sûriyeyê heta astekê li hev kirine. Êdî ber bi fînalê ve diçin li ser vê pirsgrêkê. Lewma pêdivî û karê bikeve ser milê R.Erdogan êdî kêmtir dibe, Receb dikeve rêza duyemîn, sêyemîn û hwd.
Gelek plan û projeyên hinek dewletan gav bi gav aşkeratir dibin. Di serî de Amerîka, li pey çûna Trump a Iraqê ya serêsalê û bi taybetî serdana payigeha Eynul Esed a navendî ya leşkerê xwe ya li bajarê Enbarê gelek watedar bû û bal kişand ser xwe! Hema piştî wî di demek nêz de wezîrê wî yê derve Pompeo, vê carê derbas bû û çû Hewlêrê, li herêma başûrê Kurdistanê geriya. Di heman demê de Fransa jî vala ranewestiya ew jî çû herêma federal a başûrê Kurdistanê û bi rayedarên wir re hevdîtinên germ kirin.
Her wiha Almanya jî rayedarên xwe şandin Kurdistanê û weke yên berî wan çûbûn, wan jî soz dan ji bo alîkariyê bi kurdan û kurdistaniyan re bikin.
Di heman demê de şandeyek rûsî jî çû Eynel Îsa û li gel rêveberên MSD û HSD’ê rûniştin, li ser çareserkirina pirsgrêkên herêmê axivîn. Jixwe şandeyên fransî jî berdewam diçin heman herêmê û sozên alîkariya Rêveberiya Xweser dubare dikin. Berdevkê hikûmeta alman Steffen Seibert jî got; lazim e dewleta tirk operasyonên leşkerî nebin ser xaka Sûriyeyê, destdirêjî Sûriyeyê neke!
Di encamê de hem gel û hem tevgera bakur û rojhilatê Sûriyeyê, bi navekî din Rêveberiya Xweser a Demokratîk, weke pergalek jiyana civakî li herêmê, di astek bilind de, hêjaya xwe bi raya giştî ya cîhanê daye pejirandin. Êdî roj bi roj, hem têkoşina bi rûmet a li dijî DAIŞ’ê ya ji bo mirovahiyê bi giştî û hem jî pergala civakî ya demokratîk a herêmê, bala gelên cîhanê pirtir dikişîne.
Lewma hewldanên faşîzane û li dijî mirovahiyê yên dewleta R.Erdogan-D.Bahçelî, êdî weke berê nema bi kêrî kesê bên. Êdî derewên wan gav bi gav ji aliyê raya giştî ya cihanê ve tên dîtîn û gav bi gav temenê xwe temam dikin û ber bi sergoyê dîrokê ve diçin!
Wisa diyar e ew pêvajoya Astana û Soçî jî tu wateya xwe namîne. Jixwe ambargoya Amerîkayê ya li ser Sûriyeyê berfirehtir dibe. Di vî warî de jî R.Erdogan ji her demê pirtir tengav bûye û hwd.