Siyaseta Serokê AKP’ê û dewleta tirkan R.Erdogan, li Idlibê xitimî. Ji bo ku xwe ji vê xitimandinê rizgar bike berê xwe da Libyayê. Lê diyar dibe ku ev alozbûna wî ya siyasî her ku diçe girantir dibe û xwedê zane ew ê nikarbe xwe ji vê qeyrana giran rizgar bike û ew ê têde bifetise.
Bêgûman ne bi îradeya xwe ya azad û serbixwe siyasetê diafirîne û dide meşandin. Bi temamî li ser plan û programên demdirêj ên DYA daye ber wî dimeşe.
Di hinek şîrove û analîzan de şaşî hene. Tê gotin ‘ji bo R.Erdogan razî bikin em hewl didin’, ‘pir tûj û dijwar e’, ‘ji gotin û projeyên xwe nayê xwarê’, ‘siyasetek wî ya kûr û berfireh heye’ û hwd. Van gotinan hemû şaş in, ne rast in. Erê hinek salên dirêj (17-18 sal) derbas bûn, lê hema em bi lez bînin bîra xwe ku ew bi xwe projeya xelkê ye. AKP’ê çawa hat damezrandin divê neye jibîrkirin? Lewma divê em xwe şaş nekin û hesab û kitabên xwe li gorî vê rastiyê çêbikin.
Ger heta niha li ser pêyan maye û neket, erê hinek jîrtî û zîrektiyên wî yên li ser zilmê û xapandinê hene, lê dewlet an dewletên ev proje daye destê wî nehiştin û nexwestin ew bikeve. Aşkera û dizî bi her awayî alîkariya wî kirin.
Lê roj bi roj nîşanên ku êdî hefsarê/rişma wî tê kişandin xuya dibe. Ji nişka ve û bi lez girêdana peymanê li gel nîv-hikûmeta Serac a Trablusa Libyayê, hema li pey vêna çûna Ukranyayê û gerên di vê çarçovê de yên hinek dewletên din.
Hema van çend mînakên mijara gotinê ne, bi tenê dihêle ew û birayên xwe yên dawî Pûtîn û yê din Ruhanî werin dijberî hev. Ew peymanên bi nav û deng ên li Astana û Soçiyê îmze kiribûn jî niha ketin xetereyê. Ji ber ku van gavên dawî yên R.Erdogan, ji xwe naveroka wan peymanan vala dikir. Ev nakokî li Idlibê derket holê; ji ber ku R.Erdogan li vir barekî mezin da ser stûyê xwe an dane ser stûyê wî? Lê di dema qewl dabû pêknanî; yek meha xwestibû bû sê meh, bû şeş meh, bû salek û hate di vir re derket û diriya û teqiya niha!
Ji bo ev kirasê li xwe kiribû diriyaye, pîne bike, lê nema kiras derzê dirûtinê digire. Ji ber ku kun lê zêdetir û firehtir dibin.
Ma ne balkêş e, hema di heman rojan de, DYA doza Halk Bankê û doza malbata R.Erdogan da rawestandin û Pompeo ji Receb re li çepla dide, halana tê vedide, sor dike û dibêje “aferin em li Idlibê bi te re ne” û hwd.
Li aliyê din jî Putin gelek hêrs bûye, hêdî hêdî gefa lê dixwe. Berê nakokiyek biçûk jî di navbera wan de derdiket, hema di nava çend saetan de, baz didan telefona û hema di heman saetê de daxuyanî didan û digotin “me nakokî çareser kir”. Lê vê carê piştî pênc rojan encex bi telefonê axivîn, belê ne daxuyanî dan û ne jî gotinek xêrê ji devê wan derket!
Mirov dikare bêje gûman xurt heye ku çareserî ji nakokiyên xwe re neditin. Ji ber ku çapemeniyên her du dewletan jî, êdî aşkera li dijî hev weşanê dikin, her wiha ji bilî her du axayan, hinek rayedarên wan ên bilind; wezîrên wan ên derve jî di nav de, li dijî hev diaxivin û hevdu gunehbar dikin li ser derxistina van nakokiyan, ev gûmana heyî xurtir dike.
Ji aliyekî din ve, hinek ergenekoniyên kevn weke Îlker Başbug, êdî hinekî ji berê bêhtir bi curet û wêrekî diaxivin. Mînak ji bo lingê siyasî yê Feto, ji ber ku AKP’î nîşan dabû, Receb bi hêrsek mezin ajot ser wî! Jixwe li nava dewletê erdhej ji berê ve dewam dike û niha her bi hêztir dibe.
Di encamê de, bi bingehîn ji hundur ve têkoşîna Tevgera Azadiyê û hemû berxwedana hêzên demokrasiyê, li aliyê din dîsa ji hundir ve li nava pergala dewletê û destêwerdana derve, ew ê temenê vê desthilatiya zilmê ya R.Erdogan kurt bike û bixe erdê!