Li Cedayê lûtkeya erebî ya 32′yan bi beşdariya serokên gelek dewletên ereban, ji nav Beşar Esed ku cara yekemîn ji 2010′an ve beşdar bûn, hate lidarxistin. Her wiha serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky jî beşdarî lûtkeyê bû.
Ragihandina Cedayê
Mîrê Erebîstana Siûdî Mihemed Bin Selman ragihand ku ew li gorî biryarên lûtke û projeya rojeva xebatan ′Ragihandina Cedayê′ tev digerin.
Bin Selman di axaftina xwe ya lûtkeyê de got ew qebûl nakin ku herêma ereban veguhere herêmê şer û nakokiyan, her wiha bal kişand ser doza Filistinê û got, “Em bi hev re bixebitin ku xwe bigihînin çareseriyekê.”
Bin Selman hêvî kir ku vegerandina Sûriyeyê li Komkara Ereban ewlehiya wê pêk bîne û Beşar Esed pêşwaz kir.
Di encamnameya lûtkeya ′Ragihandina Cedayê′ de zêdetirî 32 bendan hatin; ji wan dozên girîng ên girêdayî herêmê ne; doza Filistinê, krîza Sûriye, rewşa Lubnanê û dan û standina bi Îranê re, her wiha dozên ewlehiya neteweyî ya ereban, ewlehiya xwarinê û dosyayên aborî û civakî.
Di dewama daxûyaniyê de hate gotin divê dewletên ereban destekê bide însiyatîfa ereban a çareserkirina her du dewletan û krîzên nû yên li Sûdan û Lîbyayê, her wiha milîs û komên çekdar ên derveyî çarçoveya dewletê red dikin û divê dewletên ereban di helwesta xwe de bi herêmê û navneteweyî re yek be.
Der barê rewşa Sûriyeyê de di reşnivîsa daxûyaniyê de hate gotin divê serweriya Sûriye, xak û îstîqrara wê were parastin û hewldanên derxistina wê ji vê krîzê û bidawîkirina êşên gelê Sûriyeyê werin zêdekirin.
Di daxûyaniyê de destwerdana dewleta tirk û Îranê li kar û barên dewletên ereban hate paşguhkirin. Lê çavdêran got ew ji ber têkiliyên di navbera Îran û Siûdî, Riyad û Tirkiyeyê de hate paşguhkirin.
Beşdariya Zelensky û Esed ya lûtkeya ereban
Ruxmî, piştî zêdetirî 12 salan hikûmeta Şamê cara yekemîn beşdarî lûtkeyê dibe, lê tiştê balkêş ji nişka ve serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky beşdarî lûtkeyê bû. Li gorî hinan beşdariya Zelensky nîşaneya hêza bandor a Amerîkayê li ser dewletên herêmê ye, tevî di vê dawiyê de Çîn û Rûsya ji hev ve nêz bûn.
Pisporê Îmaratê ya têkiliyên navneteweyî Dr. Salim El Kutbî diyar kir ku ji encamnameya lûtkeya ereban a li Cedayê aşkere dibe ku li gorî dewletên ereban girîngî dane gelek dozên girîng; doza Filistinê û astengiyên li hember Sûdan û Yemenê.
Dr. Salim El Kutbî ji ANHA re axivî û wiha got: “Ruxmî destwerdana Îran û Tirkiyeyê bi awayekî aşkere nehat bibîrxistin, lê di daxûyaniyê de teqezî bi rawestandina destwerdanên derve li kar û barên hundirîn ên dewletên ereban hate kirin, piştgiriya avakirina milîs û komên çekdar ên derveyî çarçoveya dewletê hate redkirin. Ev jî girîngiya parastina serwerî û serxwebûna dewletên ereban berovajî dike.”
‘Bi vegera Sûriyeyê li lûtkeyê dewletên ereb dikare roleke erênî bilîze’
Li gorî bandorbûna vê lûtkeyê û vegera têkiliyên ereban bi Sûriyeyê re ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê El Kutbî wiha domand: “Dibe ku bandora wê ya erênî ji bo geşekirina hewldanên ereban a alîkariya Sûriyeyê di çareserkirina krîzê de hebe.”
El Kutbî destnîşan kir ku bi hevkariya Sûriyeyê re dibe ku dewletên ereban roleke aktîftir di gihandina çareseriyeke siyasî de bilîzin, armancên gelê Sûriyeyê û îstîqrariya herêmê pêk bîne. Lê pêwîst e vîneke siyasî ya xurt û hevkariyeke aktîf di navbera dewletên ereban de peyda be ku ev yek pêk bê.”
Li ser kapasîteya dewletên ereban a çareserkirina krîza Sûriyeyê bêyî vegerandina li Washington û cezayên wê Dr. Salim El Kutbî wiha pê de çû: “Ew xwe dispêre kapasîteya xweber û hevkariya aktîf a di navbera dewletên ereban de. Divê dewletên ereban xwe bispêrin yek stratejiyê ji bo çareserkirina krîza sûriyeyê û geşkirina dîplomasiya ereban û têkiliyeke yekser bi aliyên têkildar ên şer re deynin.”
‘Îxtimal heye ku bi sponsoriya ereban diyalog di navbera Şam û Opozîsyonê pêk were’
El Kutbî da zanîn ku dibe ku hewldanên ereban destekê bide dan û standinên di navbera hikûmeta Sûriyeyê û opozîsyonê de, avakirina diyalogên avaker ên ji bo çareseriyeke giştî ya siyasî teşwîq bike. Ji wê zêdetir jî dibe ku dewletên ereban roleke aktîf di peydakirina piştgiriya mirovî û aborî ji gelê Sûriyeyê re bilîzin. Ew jî bi rêya geşkirina hewldanên mirovî yên dabînkirina alîkariyên pêwîst ji mexdûrên şer û nakokiyê re û geşekirina fînanseyên ereban li Sûriyeyê ji bo tamîrkirin û peydakirina derfetên kar, pêkan e.”
Li gorî El Kutbî dewletên ereban dikare hevkariyê di pevguhartina agahiyên îstîxbaratî de ji bo têkoşîna li dijî gefên ewlehî yên li ser herêmê bilîzin. Lê pêdiviya wê bi hewldan û geşkirina hevkariya ewlehî ya dewletên ereban, pevguhartina pisporiyê heye.
El Kutbî daxûyand ku ruxmî astengiyên li dijî dewletên ereban ên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bêyî xwespartina li Washington û cezayên wê, lê dibe ku xebata hevbeş û hevgirtina herêmî ya di navbera dewletên ereban de kapasîteya bandorkirina li ser rewşên siyasî û aborî yên herêmê geş bike û pêşketineke rasteqîn a ber bi çareseriya aştiyane û mayînde ji krîza Sûriyeyê re pêk bîne.”
‘Bi beşdariya Zelensky dixwaze çi peyam bê dayîn?’
El Kutbî anî ziman ku vexwendina Zelensky ji bo beşdarbûna di lûtkeya ereban li Riyadê de weke gaveke siyasî bi armanca pêkanîna hevsengiyeke stratejîk û geşkirina hevkariya dîplomasiyê di navbera erebistana Siûdî û Ukraynayê de be. El Kutbî wiha got: “Dibe ku berjewendiyên hevbeş hebin da ku erebistana Siûdî tora têkiliyên xwe yên navneteweyî fireh bike û hevkariya xwe bi dewletên ne erebî re geş bike; mîna Ukraynayê. Divê em bizanin ku erebistana Siûdî xwedî pîvaneke stratejîk a mezin, xurt û aktîf e.”
Li ser bandora beşdariya Zelensky der barê têkiliyên erebistana Siûdî bi Moskovê re El Kutbî ev yek got: “Girîng e em bi bîr bixin ku Rûsya hestiyariya rewşa joesiyasî ya herêmê dizane û dibe ku veguhertin û astengiyên li herêmê a Rojhilata Navîn jî dizane. Dibe ku vexwendina Zelensky diyaloga dîplomasiyê ku Siûdî pêk tîne geş bike û navbeynkareke pêbawer be û lihevkirina di navbera erebistana Siûdî û Rûsyayê de xurt bike. Dê her du dewlet parastina têkiliyên hevseng bi dewletên din re, ruxmî hebûna têkiliyên xurt ên di navbera wan de, bikin.”
El Kutbî wiha dawî li gotina xwe anî: “Ne pêkan e bandora wê li ser têkiliya Siûdî û Rûsyayê bi awayekî mutleq were diyarkirin. Divê em pêşdeçûnên pêşerojê û biryarên siyasî yên dîtir bişopînin da ku bandora aktîf a li ser têkiliyên her du dewletan diyar bikin. Dibe ku bûyerên pêşerojê yên cuda û guherîner çi li ser asta herêmê yan jî navneteweyî be, guhartinan di hevsengiyên navbera Siûdî û Rûsyayê de çêkin.”
Lihevkirina Siûdî û Îranê û hewldanên heyî
Li aliyekî din jî lêkolînerê Misirî yê kar û barên navneteweyî Mihemed Şeit jî wiha axivî: “Di encamnameya lûtkeya ereban de bi awayekî aşkere bal nekişand ser destwerdana Tirkiye û Îranê, lê hin hewldan bi aliyên herêmî re hene ku ev nakokî werin derbaskirin, her wiha hin hewldan ji aliyê dewleta tirk û Îranê ve ji bo nêzîkbûna bi dewletên herêmê re hene. Ji wê zêdetir jî em dikarin qonaxa niha bi qonaxa testkirina reftarê bi nav bikin, bi taybet piştî lihevkirina Siûdî û Îranê. Sekreterê giştî yê Komkara Erebî birêz Ehmed Ebû Xeyt jî di axaftina xwe de bi awayekî aşkere îşaret bi vê destwerdanê kir.”
Şeit ji ANHA re axivî û wiha domand: “Yê girîng ê têkildarî Tirkiye û Îranê piştgiriya ji milîsan re ye. Ev yek di encamnameyê de hate bibîrxistin û hate gotin bi çi şêweyî dibe ew piştgiriya milîsan qebûl nakin.”
Der barê vegerandina Sûriyeyê li Komkara Ereban de lêkolîner Mihemed Şeit wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew destpêka çareserkirina krîzê ye. Ger giştîbûneke erebî li hember krîza Sûriyeyê hebe, dê ev yek û bê gûman krîza sivik bike û ger rejîma Sûriyeyê gavên erênî pêk anîne dê bandoreke erênî bi xwe re bîne. Bê gûman dê Washington û cezayên wê li pêş çareserkirinê bibin bend, bi taybet têkildarî tamîrkirin. Lê di pêşerojê de dibe ku hin dan û standin di navbera Washington û dewletên aktîf ên li herêmê de li ser çareserkirinê çêbin. Ji lew re vegerandina Sûriyeyê li komkarê destpêka çareserkirina krîzê ne bidawîkirina wê ya giştî ye.”