Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Rahila Gupta: Feraset û ramanên Ocalan hêza me dewlemendtir dike

Nivîskara femînîst Rahila Gupta anî ziman ku serhildana “Jin jiyan azadî” ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêbûye û got: “Şoreşa Rojava, bû bingehê sereke ya xwepêşandan li cîhanê belav bibe.”

Çalakiyên jinan ku bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî darvekirina Jîna Emînî dest pê kirin bênavber didomin. Çalakiyên ku li gelek welatan belav bûn îlham da jinan.

Nivîskara femînîst Rahila Gupta, Seroka Southall Black Sisters (SBS – Southall’s Black Sisters) ku di sala 1979’an de piştî mirina çalakvan Blair Peach, ku di xwenîşandanek antî-faşîst de li Southall hate kuştin, hate damezrandin û di warê mafên jinan de dixebitî. Rahila Gupta ku nivîskar û çalakvanek Hindî ye der barê têkoşîna jinan de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.

‘Yekemîn şoreşa jinan Şoreşa Rojava ye’  

Gupta da zanîn ku xwepêşandanên li Îranê bi pêşengiya jinan bandoreke nedîtî li cîhanê kir û dirûşma “Jin jiyan azadî” wekî “#metoo hashtag” hat qebûlkirin û li dijî destdirêjiya zayendî û tundiyê weke tevgereke “aşkerekirinê” di 15’ê cotmeha 2017’an de dest pê kir. Gupta da zanîn ku yek ji sedemên sereke yên ku dirûşma jinan ewqasî belav bûye Şoreşa Rojava ye.

Gupta da xuyakirin ku çalakiyên jinan ên bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li gelek welatan dest pê kir, weke “Şoreşa yekemîn a jinan” tê binavkirin û wiha got: “Lê yekemîn şoreşa jinan Şoreşa Rojava bû. Ev dirûşma ku îro li Îranê tê gotin û li hemû cîhanê deng veda, di bin bandora Şoreşa Rojava ya ku di pêşengiya jinan de pêk hat. Ji ber ku ev slogan û felsefeya ku cara yekem li Bakur hat bikaranîn, li Rojava jî belav bû. Dirûşmeke ku beriya mirina Jîna Emînî kêm dihat zanîn û di civîn û mitîngên siyasî yên kurdan de bi coş dihate qîrkirin, niha li ev dirûşm li hemû xwepêşandanên cîhanê deng vedaye. Derfeta nîqaşkirina eslê vê dirûşmê, derfetek e ji bo hişyarkirina li ser Rojava û ji ber vê yekê qebûlkirina vê sloganê ji aliyê gerdûnî ve pêşketineke erênî ye.”

‘Fikrên Abdullah Ocalan me matmayî dihêle’

Gupta destnîşan kir ku dirûşma “Jin jiyan azadî” yekem car di 8’ê Adara 2006’an de ji aliyê jinên kurd ve di “Roja Jinan a Cihanê” de hat berzkirin û di sala 1993’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo armanca cewheriya xebatên xwe bi kurtasî aniye ziman û wiha got: “Nêrîna Ocalan a li ser tevgera jinan girîng e. Ez gotina Ocalan ku dibêje ‘bêyî jina azad civak azad nabe’ gelek watedar dibînim. Helbet dema ku gelek jinên kurd ên weke Sakîne Cansiz bandorê li ramana Ocalan dikin ev yek pêk tê. Fikrên Abdullah Ocalan me matmayî dihêle. Feraset û ramanên Ocalan hêza me dewlemendtir dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar