Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

RAJIN Nûjiyan Erhan bi bîr anî

Koordînasyona RAJIN’ê bi boneya 4’emîn salvegera şehadeta rojnameger û têkoşera jin Nûjiyan Erhan daxuyaniyek da û ew bi bîr anî

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona Ragihandina Azad a Jin (RAJIN) rojnameger û têkoşera jin Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz) di 4’emîn salvegera şehadeta wê de bi bîr anî. Pêşeng û kedkara çapemeniya Azad Nûjiyan Erhan dema ku hêzên bi ser PDK’ê ve 3’yê Adara 2017’an êrîş birin ser bajarokê Xanesorê ya Şengalê bûbû hedef û birîndar bûbû. Erhan ku ji serê xwe birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneya Hesekê, di 22’yê Adara heman salî şehîd bûbû.

Daxuyaniya Koordînasyona RAJIN’ê wiha ye:

“Em hevrêya xeta Gurbetellî Ersoz û şopînera rastiyan rêheval Nûjiyan Erhan, di salvegera 4’emîn a şehadetê de bi bîr tînin. Di şexsê hevrê Nûjiyan de, şehîdên çapemeniya azad û tevahî şehîdên şoreşa civaka azad bi bîr tînin. Em di şexsê hevrê Nûjiyan de soza xwe ya bicihanîna hêviyên şehîdên çapemeniya azad nû dikin. Û dibêjin wê rêya ku Nûjiyanan pejirandiye her tim di lêgerîn û vegotina rastiyan de ji bo me bibe çira.

Hevrê Nûjiyan, di tekoşîna gera li heqîqetê de, bû xwedî kedekî mezin. Di şert û mercên herî zor ê têkoşînê de cihê xwe girt. Hem xeta şoreşgeriya li Kurdistanê pejirand û hem jî bû rojnamegera demên herî zor û ya kêliyên herî dijwar ê şer. Heval Nûjiyan, di zanebûna wan kêliyên dijwar ên şer de bû. Ew zanebûna hevrê Nûjiyan, ji bîr, bawerî û armanca temsîl dikir dihat. Li çiyayê Zagrosan, li ser warê destpêkê tovên jiyanê, lê vejîn bûyî evîna xwe ya azadiyê jîndar kir û bû şopdara rastiyan.

Di rêxistinkirin, pêşxistin û mezinkirina navend û xebatên ragihandina jin, (RAJIN) de heval Nûjiyan erk û berpirsyariya pêşengiyê girte ser milê xwe. Ji bo xwe bigihîne pîvanên pêşengiya hevrê Gurbet û Şîlanan kedekî bêhempa, hem ji bo xwe û hem ji bo rêhevalên xwe da pêşxistin. Em weke rêxistina Ragihandina Azad a Jin, (RAJIN) îro bi saya keda rêheval Nûjiyan û şehîdên çapemeniya azad li her qada têkoşînê rêxistina xwe ava kiriye û saziyên xweser ê ragihandina jin pêşxistiye. Ev destkeftiyên avabûyî, bi berdêlan hatin bidestxistin. Em weke çapemeniya jin, bi biryardarî û ruhê Nûjiyanan di ber parastina van destkeftiyan de xwe erkdar dibînin. Di sedsala 21’emîn de ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn, têkoşîna jinan ji bo hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya hêviya jiyana azad, weke çapemeniya jin bûyîna dengê vê rastiyê erka me ya sereke ye. Em weke hevrê û şopdarên rêheval Nûjiyan, di zanebûna vê erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî de ne. Ev biryardariya me ya bi xeta rêheval Nûjiyan re ye.

Di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê, li Şengalê qirkirin û hovîtiya herî mezin a sedsala 21’emîn pêk anîn. Îxaneta PDK’ê, reva hêzên PDK’ê ji Şengalê û reva artêşa Iraqê rê li pêşiya kiryar û hovîtiya DAIŞ’ê ya li Şengalê vekir. Armanca sereke ya vê hovîtiya mezin tunekirina civaka me ya êzidî bû. Di şexsê jinên civaka me ya êzidî de, tevahî civaka êzidî ji holê rakirin bû. Bi sekna rêhevalên weke heval Nûjiyan, ev qirkirina hatibû plankirin negihişt armanca xwe. Heval Nûjiyan, li Şengalê çeper bi çeper, bi kameraya xwe şahidî ji fedekarî û qehremaniya gerîlayan re kir. Bi pênûsa xwe bû dengê parêzvanên gelê me yê Şengalê. Hevrê Nûjiyan, bi guhdarkirina çîroka her jinekê, bû parçeyek ji êşên wan re. Di heman demê de, weke navê xwe bû rê nîşana jiyana nû li Şengala ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Ev îxaneta PDK’ê, tenê bi sala 2014’an re sînordar nema, bi heman hişmendî û helwesta îxanetkar, di 3’ê Adara 2017’an de xwest êrîş bibe ser Şengalê. Şervanên YJŞ-YBŞ’ê û gerîla bi berxwedanê ev plangerî têk birin. Heval Nûjiyan, ji bo bibe dengê vê berxwedana dîrokî belge bike û îxaneta PDK’ê dijî ji gelê kurd re ragihîne, hêzên PDK’ê ew bi zanebûn kirin armanca êrîşan. Heval Nûjiyan, hem weke nûçegîhana şer û hem weke jineke berxwedêr xwe ji bo jin û civaka êzidî kir mertala parastinê. Di vê êrîşa nemerdane de heval Nûjiyan bi giranî birîndar bû, di 22’ê Adara 2017’an de gihîşte şehadetê.

Gelê me yê Şengalê, di pêşengiya jinan de, îro careke din li hemberî plangeriyên qirêj û sekna îxanetkar bi ruhê Nûjiyanan û bi sedan şehîdên Şengalê li ber xwe dide. Em jî weke rêheval û şopdarên xeta Nûjiyan û Gurbetan, careke din soza xwe nû dikin em ê xeta çapemeniya azad a jin biparêzin, mezin bikin û layîqî sekna hevrê Nûjiyan bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar