Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

RAJIN: Rojnamegerên jin ên rastiyê derdixin holê tên tehdîtkirin

Çapemeniya Jinên Azad (RAJIN), 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd pîroz kir û  wiha got: "Gef li rojnamegerên qirkirina jinan a faşîzma tirk a li Kurdistanê teşhîr dikin, dixwin. Heta şoreşa jinan pêk bê wê israr û biryara me li ser têkoşînê berdewam bin."

RAJIN’ê bi daxuyaniyeke nivîskî 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd pîroz kir.

Daxuyanî ev e:

‘’Di salvegera 26’emîn a şehadet Gûrbetellî Ersoz de ku pêşengtiya kevneşopiya rojnamegeriya şoreşger kir, bi birêvebirina lêgerîna rastîniyê rê li ber rewnakbûna jinan vekir, em bi hez û minet bi bîr tînin. 7’ê Cotmeha 2014’an ku roja şehadeta hevrêya Gûrbetellî Ersoz e, wek Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd hat ragihandin, em roja rojnamegeriyê ya hemû kedkarên çapemeniyê yên jin ku li ber zext û êrîşan bêzar nabin û tê dikoşin, pîroz dikin.

Gûrbetellî Ersoz di xebata çapemeniya azad de serdemeke nû da destpêkirin, salên 90’î ku faşîzmê û medyaya şerê taybet bêhn li civakê çikand, ji bo rastiyan bi civakê bide zanîn, bibe deng ji bo berxwedanê, bi bîrewerî û wêrekiya xwe pêşengtiya têkoşîneke bêhevta kir. Li ber hemû êrîşan tawiz ji helwesta xwe neda û bû nîşaneya rojnamegeriya şoreşger. Bi hêrs û raperîna xwe ya li dijî faşîzm û pergala mêrserwer, lêgerina xwe ya azadiyê derxistiye ser hemû astan. Li dijî fam û feraseta qirkeriyê ku dikeve hewila birîna dengê kurdên azad bi têkoşîna xwe li serê çiyayan nîşan da ku divê mirov ji bo rastîniyê çawa şer bike. Bi mîrateya têkoşînê ku ava kir û bingeha awayekê jinan ê alternatîf li dîroka çapemenî û ragihandinê daniye. Gûrbetellî Ersoz ku Gerînendeya Giştî ya yekemîn a jin a li Kurdistanê û Tirkiyeyê ye, li dijî rastîniya medyayê ku bi feraseta mêrserwer bi teşe dibe, bûye hîmekê serekê yê têkoşîna me ya çapemeniya azad. Kevneşopiya me ya çepemeniya jinan bi sekineke bi şoreşgerî bi teşe bûye; Li Mexmûrê Denîz Firat, li Şengalê Nûjiyan Erhan, li Rojava Dilovan, li çiyayên Kurdistanê Jiyan Axîn, Avrîn û Roza, bûne hilgirên herî watedar ên vê mîrateyê û bi awayekê bêhevta têkoşiyane.

Bi sedan jinên kurd ku ev mîrateya têkoşînê dewir girtiye, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê li dijî feraseta mêrserwer û tiştên afirandine bi bîrewerî û zanista jinan pir baş tê dikoşin. Jinên Kurd ku li dijî aqlê dewlet-mêr zimanê rastîniyê bi bîreweriya jinan ji nû ve ava dikin, di xebatên çapemeniyê pêşengtiya serdemeke nû dikin. Rastîniya jinan ku feraseta mêrserwer dikeve hewila berovajiîkirina wê, cardin bi civakê re tîne ba hev û li dijî yekdestiyên medyayê yên zayendperest gelek tê dikoşe.

Gef li rojnamegerên qirkirina jinan a faşîzma tirk a li Kurdistanê teşhîr dikin, civakê rewnak dikin, tê xwarin, bi girtin û kuştinê dikevin hewila bêdengkirina wan. Tevî hemû zextan jinên mîrateya rojnamegeriya şoreşger a Gûrbetelliyan dewir girtiye, xewna bi tirs û xof a faşîzmê ne. Em ên li pey Gûrbetelliyê ku gotiye ‘’Ez ê ji xwe dest bi xweşikkirina jinan bikim’’ bi heman bîr û baweriyê, bêyî ku bihêlin tu rastî veşarî bimîne, heta şoreşa jinan pêk bê wê israr û biryardariya me li ser têkoşînê berdewam bin.

Bi vê îdia û biryardariyê careke din em di şexsê hevrêya xwe Gûrbetellî Ersoz de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin, dibêjin billa Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd li hemû Rojnamegerên jin pîroz be.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar