Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rakêşa DYA û ÇINê mezintir dibe

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ji bo pêla hêrs û hêza hevdu bipîvin, her yek li aliyekî cihanê, lez dane, pêkanîna tetbîkatên leşkerî û corbecor civînên berfireh ên navdewletî.

Erê ji mêjve li dijî hev di nava hewldanên berfireh ên piralî de ne; yên leşkerî, siyasî, aborî, bazirganî û hwd.

Çînê, li ser bingeha çarçova projeya RÊ û KEMBERÊ, ji Kafkasyayê heta Afrîqayê û berfirehtir destê xwe dirêjî erdnîgariya cîhanê kiriye. Hema mirov dikare yekser bêje, ji bo di cenga cîhanê ya 3an de, jixwe ji zû ve, dest bi amadekariyên destxistina para mezin kiriye.

Îca bi taybetî, hema bi şerê Ukrayna û Rûsyayê re, nexasim di vê meha 12an de, xuya dibe ku dijwariya nakokî û rakêşa navbêna DYA û ÇINê, gelek mezintir bûne.

Li aliyê din, piştî gera Biden a Siûdî Erebistanê ya berî çar mehan, di hefteya ewil a vê mehê de, Serokê Çînê Şî jî, bi heyetek mezin, li Siûdî Erebistanê hate xuyakirin.

Yekser mirov dikare bi hêsanî bêje, him nav him jî naveroka civînên Şî û şandeya wî, ji ya Biden gelek tijetir û bi hêztir bû.

Him pêşewaziya Prens Mîhemed Bin Selman û rayedarên Siûdiyê him beşdariya zêde a dewletên Ereb, him mijarên peymanên hat in îmzekirin/wajokirin û him demdirêjiya bi 3 rojan a danstandinê, ji ya Biden berfirehtir û bi xurtir dihat dîtin.

Weke mînak, hema navdariya vê Konferansa Çînê û Siûdiyê, bi serê xwe deng veda. Di 3 rojan de 3 civînên bilind: 1-Civîna Bilind a Çin û Siûdî Erabistanê. 2- Çin û 21 lîderên dewletên Ereban. 3-Çin û Kendavê !

Hema hefteya piştî vê civîna li Siûdî Erebistanê, weke ku bersîvê bide Şî û Mihemed, Biden jî li Washingtonê, bi beşdariye 50 lîderên/giregirên Efrîqî, civînek bilind a 3 roj kişand, lidar xist.

Tê gotin ku li Parzemîna Afrîqayê, zedeyî bist sal derbas bûye, dewletên mîna Rûsyayê, Çînê, Japonyayê û hwd.têkiliyên piralî danîne û peyman girêdane. Bi tinê di sala 2014an de Obama civîna yekan a bi vê naverokê çêkiri ye û piştî 8 salan nuha jî Biden radibe civîna 2an çêdike.

Di encama van bûyer û agahiyan de tê xuyakirin ku, li himber pêşkeftina projeyen Çîne, DYAyê gelek dereng tevgeriya ye.

Di vê navberê de hinek dewletên din jî, bi taybetî yên YE’yê dikevin nava hinek hewldanan û serkêşiya wan jî Fransa û Almanya dikin.

Hewldana herî dawî ya Macron e û hinek balkêş e. Pêşengtiya pêkanîna civîna 2an a bi navê misogerkirina Ewlekariya Serweriya Bexdayê, ya  li Emmana Urdunê, bi Sûdanî re hilda ser milê xwe.

Ev civîna Emmanê, di 20.12.2022 de pêkhat û du rojan kişand. Nonerê 12 dewletan û 1 nonerî YN û 1 rayedarê YE beşdar bûbûn. Tirkiye, di asta sefîrê Emmanê de beşdar bûbû.

Di belavoka encamê de, wisa diyar dibe ku, misogeriya serweriya Iraqê hatiye xwestin û li gel vêya destdirêjaya ji derve ve, hatiye xaka Iraqê şermezarkirin. Her çendîn Îran bi nav hatibe rexnekirin, lê  navê tirkiyeyê nehatibe nivîsandin jî, di gelek gotarên beşdaran de û bi taybetî Macron, dijberiya xwe ya li dijî êrîşên tirkiyê didin nîşandan.

Li ser vê civîna bilind a Urdunê, di çapemeniya tirkiyeyê de, ne hilwestên rayedarên wan û ne weke nûçe jî derbas nebû. Ji vira jî dihat zanîn ku tirkiyê ev civîn li dijî xwe jî didît û jê ne raziye.

Ji bo Civîna Bilind a G20’an ku li Endonezyayê pêkhatibû, R.Erdogan jî çûbû. Lê ya balkêş ev bû ku; Biden li wira civînek ji hinek endamên NATO pêkdihat, lidar xist û R.Erdogan beşdar nekir. Vê hilwesta Biden, gelek şik û gûman anî ser têkilên navbêna DYA û tirkiyeyê!

Di vê navbênê de, divê neyê jibîrkirin têkilî û peywendiyên Çînê li gel Bexdayê û Erbilê jî ne lawaz in. Bêgûman DYA û hevalbendên xwe, ji van têkiliyên Çinê jî ne razî ne. Her wiha jixwe têkilî û peymanên Çinê li gel Îranê xurtirin û ev, DYA hîn pirtir aciz dike.

Li aliyê din, berî sê rojan rêveberê YNKê Bafil Telebanî, li gel şandeyek xwe û fermandarê Hevpeymanê li Sûriyeyê, bi hevre çûbûn mêvandariya fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdê.

Careke din diyar dibe ku şerê cîhanê yê 3’an, roj bi roj germtir dibe. Her dewletên hegemon, di nava hewldanên ku welatên mêtingeh ji xwe re zêdetir bikin.

Wek her car tê gotin, welatê me jî, ji nuha ve diyar dibe ku  yek ji navendê vî şerê cîhanî ye. Lewma, ji bo serkeftinê, divê herkes li goreyî van şerd û mercan amadekariyê xwe xurtir bike.

Nûçeyên Têkildar