Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Rakêşa navbera hegemonên cîhanî leztir dibe!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Di dawiya meha Sibatê de, serkêşê hegemonên cîhanê DYE û Rûsya lez dan trafîka/çûnhatina diplomasiyên xwe.

Van her du dewletên serkêş, bi hevalbendên xwe re, him têkilî û peywendiyên xwe nûjen dikin him ji bo eniyên xwe berfirehtir û bi hêztir bikin dilezînin.

Nuha li rex şerê Ukrayna û Rûsyayê, erdheja Tirkiye û Sûriyeyê(belê bi giranî li Kurdistanê), mîna ku zemîn ji wan re xweş kiri be, her du hegemen û hevalbendên xwe, hewldanên xwe yên dijberî hev bi leztir dan meşandin û didin meşandin.

Jixwe 24ê Sibatê, salvegera yekê ya şerê Rûsya-Ukraynayê bû û bi boneya vê mijarê, li YN hilbijartinek hat çêkirin.

Di vê hilbijartinê de, ji bo Rûsya arteşa xwe ji Ukraynayê vekişîne; dengê erê: 141, dengê na: 7 û dengê bêalî: 32 bûn.

Li vira ya balkêş; ji dengên na pirtir, dengên bêalî bûn. Ev dewletên bêalî jî; Çîn, Îran, Hindistan, Pakistan, Efrîqa Başûr û hwd.bûn.

Di 20.2.2023 de Biden, li Kievê bi Zelensky re rûnişt. Du rojan li pey vêna; di 22.2.2023 de li Varşova Polonyayê, bi 9 lîderên dewletên NATO, yên nêzî sînorên Rûsyayê re rûnişt.

Berê wî Wezîrê derve yê DYEyê Blinken, piştî beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munchena Elmanyayê bû, di 19.2.2023 de derbasî Tirkiyeyê bû. Li vira jî bi taybetî çû seredana baregeha xwe ya leşkerî ya li Incirlikê. Paşê derbasî Yewnanistanê bû.

Bêgûman van civîn û hevdîtinên di asta herî bilnd de pêktên, hemû ji bo xurtkirina eniya li dijî Rûsya û hevalbendên wê ne.

Erê serkêşiya vê eniyê Rûsya dikişîne û lewma di rû re yekser dujminatiya dijberî Rûsya tê diyar kirin, lê belê tirsa herî mezin a eniya ku DYE’yê serî dikişine, bi giranî ji Çînê ye.

Hilbet Rûs û Çîn jî, bi heman lezgîniyê û dibe ku ji enîya dijberî xwe pirtir di nava hewldanên xurtkirina eniya xwe de ne.

Hema di heman rojên mijara gotinê de, wezîrê karûbarê derve yê Çînê Wang Yi, di 22.2.2023 de li Moskova bû. Him bi Lavrov re him jî bi Putin re rûnişt.

Li goreyî saloxan, Serokê Çînê Şî Cinping jî, wê di meha Adarê de biçe seredana Putin.

Di vê eniyê de Îran jî di nava tevgêrek berfireh û lezgîn de ye. Serokdewlet Ibrahim Reisi, di 14.2.2023 de derket gera Çînê û vê seredana wî ya li gel Serokê Çînê Şi Cinping sê rojan dewam kir.

Peymanên berfireh ên 25 salan çêkirin û di encama hevdîtinan de, Serokê Çînê Şî, soz daye ku ew ê jî biçe seredana Îranê.

Di vê navberê de, her çendîn bi navê piştgiriya Erdhejê be jî, lê na xêr, jiber ewqas trafika siyasiya lezgîn Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg jî, di 16.2.2023 de çû seredana R.Erdogan.

Her wiha di 1.3.2023 de, Sekreterê Giştiyê YN Guteres jî, piştî 6 salan li Bexdayê bû, paşê derbasî Hewlêrê dibe.

Di van rojan de Îran, giraniyê dide ser Irak-Başûr û Sûriye-Rojava jî. Wezîrê Karûbarê Derve Abdullahiyan, ji Rêveberiya Başûr, bi tundî xwest ku hêzên dijberî Îranê ji Başûr derxînin!

Jixwe li van deveran, şer û pevçûnên navbera wan û hêzên DYE jî tên zanîn.

Îca dibe hinek bêjin, “ma gelo çi peywendiyên pirsgrêkên ewqas giran ên cîhanê û Kurdistanê bi hevdu hene û hwd?

Hema yek mînakek, dibe ku têra bersîva vê pirsê bike: Her du zirdewletên cîhanî, ma Sûriye û Rojava li hev parve ne kirin e? Rojhilat û Rojavayê çemê Firatê, weke ‘milkên bavên’ xwe pêşkêşî hev ne kirin e? Ma gelo ev herêm, li rex Ukrayneyê nabe ku bibe berandem ji bo şerê cîhanê yê 3’iyan?

Êdî dimîne ku her alî, ji vê rewşê, ji bo xwe dersan derxin, tedbîran bistînin û  li gora vê tevbigerin!

Nûçeyên Têkildar