Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Rakêşa parvekirina cihanê dîsa germ bû!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Erê agirê şerê cihaniya 3’yan, li Ukraynayê pêxistin û jixwe şer sekinandin di stratejiya wan de nîne, berovajî, di plan û projeyên wan de gûrkirina şer heye.

Berdewama vê stratejiya cenga cihanî; li aliyekî geşkirin û germkirina şerê çekdarî, li aliyê din bi derbeyên leşkerî guhertina rejîmên dewletan û di astek berfireh a cihanî de damezrandina hevalbendiyên dewletan, li pey hev pêktên.

  • Derbeya dawî ya herî teze ya Gabonê Em bînin bîra xwe, di vê serdema nêz de li Afrîqayê heft derbe pêkhatin; Sûdan, Malî, Gîne, Bûrkîna Faso, Çad, Nijer û Gabon. Bi giranî dijberiya xwe ya li dewletên Ewrupayê û DYA’yê didin diyar kirin.
  • Her wiha BRICS’ê, li bajarê Juhensburga Afrîqa başûr civînek balkêş lidarxist û 3 rojan dewam kir (22-23-24 tebaxê). Endamên vê hevalbendiyê, di despêkê de (2009) Brezilya, Rusya, Hindistan, Çîn û Afrîqa başûr bûn. Di vê civîna bilind de endamên xwe pir kirin. Şeş endam li xwe zêde kirin; Misir, Arjantin, Siûdî erebistan, Yekîtiya Miregtiyên Ereban, Îran û Etiyopya, bi fermi endamtiya wan hat pejirandin. Her wiha hinek dewletên din jî, ji bo beşdarî BRICS’ê bibin, serlêdana fermî kirin e. Têgotin ku ji niha ve, zêdetirî 40 dewletan bi erênî li endamtiya BRICS’ê dinerin.
    • Ev hevalbendî, bi vê civînê re, DYA’yê û hevalbendên wê gelek tirsandî ye. Jiber ku BRICSê armanca xwe wisa yekser û zelal ragihandiye: “Armanca me, li dijî serweriya/desthilatdariya jeopolitik û aboriya Rojava (dewletên Ewrupa û DYA û hevalbendên wan), afirandina hevsengiyê yê”. Her wiha dixwaze hegemoniya dolaran jî lawaz bike!
  • Lewma DYA’yê jî, lez daye hewldanên li dijî pêşkefitinên eniya Rûsya û Çînê. Ji milekî ve şer û cenga li dor Ukraynayê tê birêvebirin, xurt û berfirehtir dike.
  • Ji milê din ve bi hevalbendên xwe yên mîna Koreya başûr û Japonyayê re, bi çek û amûrên giran ve rêzetetbîqatan lidardixe. Xwedêgiravî dibêje li dijî çekên nukleerî yên Koreya bakur e, lê tirsa wan ji vêya mezintir e.
    • Ji milekî din ve jî, misyonê malxerab ê dabû sel milê dîktator R.Erdogan, bi vê rêveberiya nuh re, wî jî hin pirtir dajo ser qada şer û cengê. Ew gera şefê MÎT’ê yê kevn Hakan Fidanê ku niha kiriye Wezîrê Derve, parçeyek ji vê bernama nuh a tirsa DYA’yê ya ji eniya Rûsya û Çînê ye. Bi taybetî jî, tirsa ji pêşkevtina nuh a BRICS’ê ye.
    • Fidan, mîna maşîna bêfirên derket ser rêya diplomasiya Iraq, Erbil, Ukrayna û Rûsyayê. Erê, çapemeniya tirka ev gera wî, mîna serokdewletê û gelek serkeftî dide nîşandan, lê qasî diyar dibe, ne wisa ye.
    • Li Bexdayê pêşwaziyek erênî nehat xuya kirin. Bi tenê, herkesî dîtin û daxwazên xwe yên berê, ji hevdu re dubare kirin. Belê lihevhatin nehat xuya kirin. Jixwe daxwaza bingehîn ji Bexdayê ya Fidan, pejirandina “teroristiya PKK’ê” bû. Li vira jî, bersîvek erênî nehat dîtin.
    • Bi tenê dikare were gotin, li “Erbîlê” pêşwaziyek şowane a medyatik hat dîtin ku jixwe ji berê ve heman hilwest û têkiliyên xiyanetê yên van “Kurmên Darê” ten dîtin û tên zanîn. Bi kurtayî li vira jî tiştekî nuh ê balkêş tune bû, ji bilî xalîçeya sor!
    • Heman pêwaziya li Ukraynayê jî, dişibî ya “Erbilê”. Jixwe misyon û karên wan jî dişibin hev. Her du jî, ne ji bo razgarî û azadiya gelên xwe, belê ji bo berjewendên biyaniyan ketine nava şer û pevçûnan.
    • Gûman ew e ku, li Rûsyayê jî tiştekî bi dest bixe diyar nake (ev nivîs berî gera Fidan a Moskovayê hatiye nivîsandin).

Di gera wî ya “Erbîlê” de, hinek xalên balkêş û cihê şermezariyê hebûn.

Ji alîkî ve pesindariya du aliyên xayin ji hevdu re û hinek gotinên Fidan ên li dijî PKK’ê pir beloq, bêexlaq û bêar bûn.

Mînak, digot: “Em razî nabin ku PKK’ê bêrêziyê li serweriya Iraqê bike”, “PKK, bûye maşeya destên dewletên emperyalîst”, “PKK, dijminê me yê hevpar e, divê em qayil nebin ku ew têkiliyên navbêra me xera bike” û hwd.

De fermo, mirovê kîjan aliyê van gotinên Fidan şîrove bike?

Ma gelo kê bêrêzî li serweriya kê kiri ye? Ma PKK, ne li welatê xwe ye, ma başûrê Kurdistanê xaka kê ye? Ma gelo, tu çima gunehê karê qirêj ê dagirkerî û qirkerî yê dewleta tirk, davêje ser milê PKK’ê? Ma hêza ku serweriya Iraqê nasnake û ne tenê bêrêziyê dike, ma ji niha ve yê Iraq dagir kiriye ne dewleta tirk e ya ku tu niha jê re koletiyê dike?

Apê Mûsa digot: “Vana segên me ne, lê diçin ber deriyê neyaran direyin, neyaran diparêzin”.

Her wiha, ma gelo yên bûne maşikên destê dewletên emperyalîst PKK ye, ya jî tu û R.Erdogan û Malbata Berzanî û hevkarên we ne?

Jixwe mirov tu hêviyê ji kesên mîna van xayin û xulaman (kurmên daran) neke. Lê helbet divê rûyên wan ên reş, van rûyên wan ên gemarî û bêar, ku bi perdeyan hatine nuxumandin, were tazî kirin, were aşkere kirin û bi zelalî were şîrovekirin. Ji bo ku gelê Kurdistanê wan baştir nas bike û êdî nikaribin bi gotinên pîroz gel bixapînin.

Li ser vê çarçovê, rezaleta van xayin û xulamokan, em bispêrin edalet û wîjdanê gelê xwe. Bila gelê kurdistanê, li ser van gunehên wan ên giran, wan derxînin dadigehên Kurdistanê û dadgerên gel, cezayên wan bi bibirin.

Nûçeyên Têkildar