Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Rakirina tecrîdê daxwaza jinan e jî’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin, di roja 70’iyan de dewam dike û diyar kir ku rakirina tecrîdê daxwaza jinan e jî

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li navenda partiya xwe derbarê rojevên jinan de civîna çapemeniyê li dar xist.

Başaran di destpêkirina axaftina xwe de çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê girtiyên PKK û PAJK’ê hatine destpêkirin bi bîr xist û wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê di roja 70’iyan de dewam dike. Girtiyan bedenên xwe ji birçîbûnê re razandine. Li bendêne ku hiqûq bi cih bê. Ji bo ku siyaseta qeyûm, kîn û neyartiyê bi dawî bibe, hewl didin dengê xwe bigihînin rayedaran. Daxwaza rakirina tecrîdê, daxwaza jinan e jî. Divê ev daxwaz tavilê bê pêşwazîkirin.”

Bal kişand ser gotina Erdogan

Başaran di dewama axaftina xwe de bal kişand ser gotina serokkomar Tayyîp Erdogan a ‘hewcehî bi destûreke nû heye’ û ev tişt anî ziman: “Di hefteya borî de Erdogan gotibû ku hewceyî bi destûreke nû heye. Duh jî serokê MHP’ê Bahçelî piştgirî da vê daxuyaniyê û got ‘belê hewceyî bi destûreke nû heye.’ Rast e, makezagoneke nû ji Tirkiyeyê re lazim e. Lê lazim e ku ev makezagon bi rê û rêbazên demokrasiyê bên çêkirin. Dema ku demokrasî tunebe, fikrên cuda di nava vê makezagonê de tunebin, ev kêmasiyeke mezin e. Dema ku îktîdar û tifaqa xwe werin bêjin me mekazagoneke nû nivîsiye, hûn jî piştgiriyê bidin vê yekê ev pirsgirêk mezintir e. Ji ber vê jî, beriya her tiştî divê rewşek demokratîk hebe ku ev makezagon were nîqaşkirin.”

Pirsgirêka kurd tê înkarkirin

Başaran têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd jî ev nirxandin kir: “Beriya her tiştî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd lazim e ku  tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan were rakirin. Em ê fikrên xwe li ser çareseriya pirsgirêka kurd a di çarçoveya destûra nû de berfireh di pêşerojê de parve bikin. Îro pirsgirêka kurd pirsgirêka herî girîng û mezin e li Tirkiyeyê. Em her tim rê û rêbazên çareseriyê tînin ser ziman. Îro bêhiqûqiyeke mezin heye. Li zindanan girtiyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bangewaziyê dikin. Tecrîdeke giran di kesayetiya birêz Ocalan de li ser çareseriya pirsgirêka kurd heye. Pirsgirêka kurd tê înkarkirin. Lewma ji bo çareseriyê beriya her tiştî lazim e ev tecrîda giran li ser birêz Ocalan were rakirin. Em dixwazin ev polîtîkayên ku kurdan înkar dikin û li ser asîmîlasyona kurdan tên meşandin werin rakirin. Di pêşerojê de em ê li ser makezagona nû berfireh daxwaz û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin.”

Têkoşîna hevpar a jinan

Her wiha Başaran diyar kir ku dê dest ji têkoşînan jinan bernedin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berê jî me  ji bo tundî û êrîşên li ser jinan, di platformên cuda de bangawazî kiribû. Me gotibû ku divê ‘Meclis bi awayekê lezgîn kom bibe û di vê mijarê de bergiriyan bigire.’ Belê divê meclisa bi lezgînî kom bibe û li dijî tevkujiya jinan bikeve nava tevgerê. Hêza herî mezin a ku meclisê bixe nava tevgerê, em jin in. Ji ber ku îro meclis ji aliyê zilamên serdest ve tê birêvebirin. Em li wir in. Em ê weke Meclisa Jinan a HDP’ê têkoşîna xwe li meclisê dewam bikin. Em ê li qadan, kolan û kuçeyan û di hemû qadên jiyanê de têkoşîna xwe dewam bikin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Ji ber vê, her jina ku li ber xwe dide, ji bo me pir girîng e. Hemû jinên dest ji têkoşîna xwe bernadin ji bo me bi nirx, hêja û girîng in. Werin em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin û li dijî vê siyaseta dijminane ya li ser jinan, têkoşîna xwe ya hevpar bi rêve birin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar