Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Rakirina tecrîdê divê daxwaza her kesî be’

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê li avahiya Rêxistina Bajêr a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û li ser geşdanên di rojevê de ne axivî.

Gunay bal kişande ser êrîşên nîjadperest ên li Sakarya û Afyonê li dijî karkerên kurd û li Wanê rakirina tabêlaya kurdî, navçeya dîrokî ya Heskîfê ku di bin bendavê de hiştin, guherandina navên cih û warên kurdî û diyar kir ku navê vê rejîmê faşizm e, haveynê wê jî nijadperestî ye.

Gunay da zanîn ku li Tirkiyeyê bi rengekî aşkera ‘rejîma apartheîdê’ tê avakirin û ew dikarin bi avakirina blokeke demokrasiyê pêşî li vê bigirin.

‘Kedkarên kurd ne bêxwedî ne’

Di axaftina xwe de Gunay ji bo pêşî li êrîşên nijadperest were girtin bang li rayedaran kir û wiha got: “Em li vir dengê xwe li van revdeyên nijadperest dikin, kedkarên kurd ku dewletê ew hewceyî pariyek nan kirine, ji cih û warê wan kirine ne bêxwedî ne û ne bi tenê ne.”

Gunay bal kişand ser polîtîkaya destidirêjiyê ya bi destê leşker û polîsan pêk tê û wiha domand: “Hişmendiya ku dema Terteleya Dêrsimê ya 38’an jin û keçên kurd direvandin, êrîşa zayendî dianî ser wan îro jî li Kurdistanê wê wêrekiya tecawizê nîşan didin. Têkoşîna rêxistinî ya jinê ku li tu qadê ji têkoşîna xwe bi paş ve gav navêje dê tu caran destûra hişmendiya wiha bijehr nede.”

Tecrîda li ser Ocalan

Gunay bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Divê êdî em derheqê aştiyê biaxivin. Aktorê herî girîng ê aştiyê Birêz Ocalan e ku tecrûbeyên wî yên berê yên derheqê aştiyê hê dibînin. Di wê pêvajoyê de ku Rêzdar Ocalan di nav de bû, me hemûyan dît ku dema îhtîmala aştiyê çêdibe meseleyên civakî çawa bi rehetî têne axaftin û bi rehetî em hev fêhm dikin. Her roja ku aştî pêk nehatî meseleyên vî welatî girantir bûn, em hemû bi hev re bûne şahidê vê. Ji ber vê rakirina astengên li ber Ocalan da ku keda xwe li aştiyê zêde bike, bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê belkî jî kurdan bêhtir divê daxwaza tirkan be. Çi kesê ku çareseriyê dixwaze divê bixwaze ku tecrîd rabe.”

‘Em li cem TTB’ê NE’

Gunay derheqê gefên Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî yên li ser Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî ev tişt got: “Ev hişmendiya ku gefê li TTB’ê dixwe divê hedê xwe  zanibe. Em li cem TTB’ê û bijîşkan in.”

‘Em têkoşîna bloka antîfaşîst didin destpêkirin’

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay herî dawî got ji bilî derdoreke berteng xetere li ser her kesî heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her kes muxatabê van êrîşan e, êrîş her ku diçin berfirehtir û girantir dibin. Tenê bi têkoşîna hevpar mirov dikare pêşî li vê bigire, bi tevgera hevpar, bi avakirina bloka têkoşînê ya antîfaşîst. Hemû geşedan û rûdan weke peywirekê ev li ber me daniye.  Em HDP demildest têkoşîna avakirina bloka antîfaşîst a herî berfireh didin destpêkirin. Em bang li tevahiya gel dikin ku ji vê rewşê aciz in di nav bloka antîfaşîst de cih bigirin, xwe bidin ber hewldana avakirina welatekî demokratîk.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar