Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Rakirina tecrîdê wê pêşî li Tirkiyeyê veke’

Dîndar diyar kir ku eger dawî li tecrîdê bê anîn wê krîza aborî, civakî û siyasî biqede got: “Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Heta tecrîd jî hebe tu çareserî pêk nayê. Lewra em dibêjin rakirina tecrîdê wê pêşî li Tirkiyeyê veke.”

Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Mahmût Dîndar tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya dema bê ji ANF’ê re dinirxîne.

Dîndar diyar kir dike ku tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye û tîne ziman ku tecrîd li ser tevahiya herêmê tê ferzkirin. Dîndar pêvajoya çareseriyê bi bîr dixe ku sala 2013’an destpê kir, 2 salan dewam kir û diyar kir ku welêt feydeyê wê pêvajoyê dît. Dîndar got: “Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Em zanin ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin tu pirsgirêk çareser nabe. Tecrîd li ser gel, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyan tê pêkanîn. Rakirina tecrîdê wê pêşî li Tirkiyeyê veke. Hikumeta AKP-MHP’ê welat bi welat digere û hewl dide xwe ji tengaviya aborî rizgar bike. Sedema van hemûyan jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. 30 meh in destûr nayê dayin ku Abdullah Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne. Ocalan beriya niha gotibû, ‘Ez dikarim vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikim’.”

Dîndar destnîşan dike ku aktorê bingehîn ê bidawîkirina şer û pêvajoya krîzê Abdullah Ocalan e û anî ziman ku divê teqez ji fikir û gotinên Abdullah Ocalan sûd bê wergirtin. Dîndar got: “Ne tenê Partiya Çepên Kesk divê partiyên din hemû bi ser mijara tecrîdê ve dakevin. Sedema pirsgirêkên me yên aborî, siyasî û civakî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Herî zêde hikumet bi rola Abdullah Ocalan baş zane. Tu wateya xwe nîne ku derî bi derî bigere û hewl bide ji welatan pere bîne. Aborî bi vî rengî sererast nabe, ne tenê aborî tu pirsgirêk bi vî rengî çareser nabe. Pêwîstiya vî welatî bi aştî, aramiyê heye, lewma em ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bişikînin. Ji xwe di bernameya partiya xwe de em vê yekê nîqaş dikin. Ji bo welat ji pirsgirêkan rizgar bibe divê beriya her tiştî tecrîd bê şikandin. Em ê tevî gelê xwe li her qadê bînin ziman.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar