Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Raperîn Mûnzûr: Gerîla dê rê nede dagirkeriyê

Endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr diyar kir ku gerîla dê rê nede dagirkeriyê û wiha got: “Ev berxwedan dê dawî li rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bîne.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Mûnzûr têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla ya li dijî van êrîşan axivî.

Raperîn Mûnzûr di destpêka axaftina xwe de şehîdên leheng ên vê berxwedanê bi bîr anî û wiha got: “Wan xeta me ya esasî, rê û rêbazên berxwedan û şerê li dijî dijminê kujer nîşan dan. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku vî dijminê faşîst ji Kurdistanê biqewirînin.”

Raperîn Mûnzûr diyar kir ku şervanên azadiyê yên Kurdistanê mîna li her cihî li başûrê Kurdistanê jî ji bo parastina hebûn, xak û rûmeta gelê kurd bi rengekî mezin li ber xwe didin û ev tişt anî ziman: “Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li qadên Metîna, Zap û Avaşînê, canê xwe feda dikin û bi vî rengî şerekî mezin dikin. Hemû jî lehengên mezin in. Bê hesab, bifedakarî xwe gorî welatê xwe, gorî azadiyê kirine. Berxwedaneke bi vî rengî destanî ya li dijî êrîşên hovane yên dewleta tirk, serketina milîtaniya Rêber Apo ye. Em bi hêz, hişmendî û îradeya ku ji Rêber Apo werdigirin vê berxwedanê dimeşînin. Çavkaniya berxwedêrî û hêza me ev e.”

Dewleta tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê weke têkoşîna li dijî PKK’ê nişan dide

Endama Koordînasyona PAJK’ê destnîşan kir ku ev şer ji şerê navbera dewleta tirk û gerîlayên PKK’ê wêdetir e û wiha dewam kir: “Dewleta tirk dixwaze ji atmosfera Şerê Cîhanê yê 3’emîn sûdê werbigire û sînorên xwe berfireh bike, parçeyên din ên kurdistanê jî dagir bike. Êrîşên li ser başûrê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê û Şengalê nîşaneya berbiçav a vê yekê ne. Hewl dide êrîşên xwe yên dagirkeriyê û polîtîkayên qirkirinê weke têkoşîna li dijî PKK’ê nîşan bide. Têkoşîna mafdar a PKK’ê weke ‘terorîzmê’ nîşan dide û bi vî rengî jî hewl dide êrîşên xwe zêde bike. Xuya ye ev gotin li nava beşek ji gelên Tirkiyeyê û rêveberiya başûrê Kurdistanê bersiva xwe dibîne ku li şûna li ber rabin piştgiriyê didin û PKK’ê sûcdar dikin.

Dewleta tirk bi qirkirina kurdan re dixwaze herêmên kurdan hemûyan dagir bike. Xwe weke efendiyê kurdan dibîne, jê heye ku bi vî rengî ye. Li gorî mejiyê dewleta tirk, kurd divê serê xwe li ber wan bitewîne, jê re bibe kole û teslîm bibe. Naxwe divê bên qetilkirin. Faşîzma AKP-MHP gihîştiye asta herî bilind a vê kevneşopî û komkujiyan û piştgiriyê ji gelek hêzan werdigire.”

PKK li pêşiya plana dagirkeriyê asteng e lewma bi hêrseke mezin êrîş dike

Endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Mûnzûr diyar kir ku haya wan ji armanca dagirkeriyê ya mezin a dewleta tirk heye û ev tespît kir: “Eger ne ji PKK’ê be wê vê armanca xwe hîn zû û bi hêsanî bike. Ji ber ku PKK li pêşiyê asteng e bi hêrseke mezin û êrîşkariyê tevdigere. DAIŞ xist nava liv û tevgerê, bi her awayî piştgirî da, lê nekarî PKK’ê têk bibe. Bi xwe êrîş dike, teknîka herî giran a şer bi kar tîne, lê dîsa jî nikare tune bike, nikare pêşî lê bigire. Dîplomasiya xwe xistiye dewrê, lê dîsa jî nikare bike. Bi propagandaya terorê her roj jehrê li dinyayê belav dike û hewl dide bike dijminê me lê PKK roj bi roj bêhtir piştgiriyê werdigire, bêhtir tê hezkirin. Gelekî xwe ji nû ve afirand, bû xwedî hişmendiya azadiyê. Kes nikare pêşî li vê bigire. Hovîtî, qirkerî û faşîzma wan bêhtir teşhîr dibe. Berxwedana gelê me vê yekê radixe pêş çavan. Berxwedana ku îro jî bi rê ve diçe gelek tiştan eşkere dike.”

Rejîma Erdogan hîn jî DAIŞ’ê xwedî dike û bi kar tîne

Raperîn Mûnzûr destnîşan kir ku rejîma Erdogan di şerê li başûr û rojavayê Kurdistanê de hîn jî çeteyên DAIŞ’ê xwedî dike, bi kar tîne û wiha pêde çû: “Li gelek deverên weke Riha, Dîlok û Meletiyê çete bi cih kiriye û bi kar tîne. Her kesên ku li dijî DAIŞ’ê ne divê li ber vê rabin. Lê dema mijar dibe kurd, vê yekê ji nedîtî ve tên.”

Raperîn Mûnzûr ragihand ku hêza ku herî zêde li ber faşîzmê radibe îro jin û gelê kurd e û wiha got: “Têkoşîna jinan bi rastî jî bi wate û xurt e. Di nava êrîşên herî giran ên faşîzmê de li mafên xwe digerin û serî natewînin. Di vê mijarê de dixwazim bi navê tevgera me, berxwedana Emîne Şenyaşar silav bikim. Berxwedana wê ne tenê berxwedana ji bo edaleta ji bo xwe ye. Li dijî polîtîkayên zext, zilm û komkujiyê yên li dijî gelê kurd tên kirin, berxwedaneke bi wate ye. Divê her kes xwedî li vê berxwedanê derkeve.”

‘Piştgirî ne rast e; ev gel xwediyê vê berxwedanê ye’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Raperîn Mûnzûr destnîşan kir ku gerîla di vê pêvajoyê de erk û wezîfeya xwe bi cih tîne û wiha bi dawî kir: “Ji bo vî gelekî mîrateyeke mezin a berxwedanê û hêza berxwedanê afirand. Gel û jinên kurd bûn xwedî vê têgihiştinê. Ev şer şerê azadiyê yê gelekî ye. Gerîla aliyekî vî şerî ye, lê belê eger tenê ji gerîla re bê hiştin û her kes berpirsyariyên xwe bi cih nîne, ev yek wê bê wateya bêparastin hiştina xwe bi xwe. Lewma piştgiriya ji bo şer û berxwedana gerîla nabe. Gotinên ‘destek, piştgirî, alîkarî’ ne gotinên di cih de ne. Gerîla Kurdistanê diparêze, azadiyê diparêze, li dijî dagirkerî û faşîzmê şer dike. Ev ew wezîfe ne ku divê her kes xwedî lê derkevin. Ev berxwedan berxwedana gelekî ye. Gelê me ne piştevan e, gelê me xwediyê vî şerî ye. Xwediyê berxwedanê ye, hêza bingehîn e. Bi Şerê Gel ê Şoreşgerî em neçar in ku bersivê bidin vî dijminî. Eger em li ber xwe nedin û bêdeng bimînin em nikarin bijîn. Azadî tune be jiyan jî tune ye. Pêwîstî pê heye ku aliyê civakê yê şerê gel ê şoreşgerî bibe xwedî sekneke hîn xurtir. Bi taybetî divê ciwan bi erka xwe ya pêşengiyê rabin.

Têkoşîna gerîla, têkoşîna PKK û PAJK’ê ev rejîm anî ber hilweşînê. Yên ku temen danîn pêşiya me, yên ku her roj li ser medyayê digotin ‘diqedin, wê biqedin’ ew kes in ku ji dîrokê qet ders wernegirtine. Têkoşîna azadiyê ya vî gelî gelek desthilatdar hilweşand. Ev tevger nasnameyeke. Di şexsê PKK’ê de rêxistinbûna azadiyê ya gelekî ye, nasnameya azadiyê û berxwedana gelekî ye. Şerê herî bi rûmet ê civakekê ye ku koletiyê, heqaretê û zilmê qebûl nake. Nepêkan e ku kes karibe vê biqedîne.

Gerîla wê rê nede dagirkeran. Ev berxwedan wê dawî li rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bîne. Nîv sed sal in em li dijî vê sîstema hov û qirker li ber xwe didin. Em hewl didin welatê xwe, gelê xwe biparêzin û jiyaneke azad biafirînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar