Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Rapora Baroya Agiriyê der barê ‘întîxara’ li emniyete hat aşkerekirin

Baroya Agiriyê, rapora xwe ya di der barê întîxara Ahmet Bûgrûr ê ku li Midûriyeta Emniyetê ya Bazîd a Agiriyê pêk hatiye de aşkere kir û di raporê de ev tişt hat gotin: “li ser bedena Bûgrûr şopên îşkenceyê hene.”

Dihat îdiakirin ku welatiyê bi navê Ahmet Bûgrûr li Midûriyeta Emniyetê ya Bazîd a Agiriyê întîhar kiriye. Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Agiriyê têkildarî îdiaya întîharê raporek amade kir. Hat ragihandin ku rapor, piştî hevdîtina bi cîgirê midûrê emniyeta Bazîdê û malbata Bûgrûr hatiye amadekirin.

Şopên îşkenceyê bi awayekî aşkere diyar e

Di raporê de hat destnîşankirin ku endamên malbatê diyar kirine ku ji enîşka destê rastê heta valahiya zikê Bûgrûr tevahî reş û şûn bûbû, li ser cil û bergên wî şopên heriyê hebûn, ji ber pêhnên lê hatine xistin li ser pantorê wî şopên pêlavan hebûn û tu pirsgirêkên tenduristiyê yên Bûgrûr ên zêhnî û fîzîkî tune bûn. Bi domdarî di raporê de ji bo îfadeyên cîgirê midûrê emniyetê jî ev agahî hatin parvekirin: “Cîgirê midûrê emniyetê got ku ranzayên li nezaretxaneyê bivîda ne, demekî nêz de li nezaretxaneyê teftîş hatiye kirin, li her devera avahiya emniyetê kamera hene, ji roja ewil a bûyerê ve daxwaza mufetîş kirine. Her wiha got ku ji ber ku lêpirsîn didome, nikare hûrgiliyên berfirehtir bide.”

Di raporê de hat destnîşankirin ku rapirsîna têkildarî bûyerê hêj didome û di dema bûyerê de polîsên li emniyetê wiha gotine; “Kamerayên me yên li nezaretxaneyê dixebitiyan. Ekranên nîşandana kamerayan a li amîrtiya komê li gorî ekranên kamerayên li nezaretxane û korîdora li qata nezaretxaneyê biçûktir û netêrtir in. Lewma ji bo dîmenên heyî di ekranê de xuya bikin, weke ebatên biçûk xuya dikin. Lewma dema li pêş van kamerayan bûyerek çêdibe, tavilê nayê ferqkirin.”

Dihat gotin ku dema bûyer qewimî kesê bi navê S.K. li nezaretxaneyeke cuda dima û di roj û saeta bûyerê de li nezaretxaneya hejmar 3’yan de dihat ragirtin. Li gorî raporê; S.K. têkildarî bûyerê ev îfade da: “Xewa min pir sivik e, ji ber ku deriyên nezaretxaneyê ji hesin hatine çêkirin dema tê vekirin gelek deng jê tê lê min di wê rojê de tu deng nebihistîn.”

Melayê sîxur

Di raporê de ev tespît hatine kirin: “Hat tespîtkirin ku Ahmet Bûgrûr bi melayê taxê re nîqaş kiriye û li ser giliyê mela, hatiye binçavkirin.

Hatiye tespîtkirin ku di navbera odeya şopandina kamerayan û nezaretxaneyê de navbereke bi qasî 30 saniyeyan heye. Her wiha nezaretxaneyên bi hejmar 3 û 4 li rex hev ve ne û hat tespîtkirin ku dengekî herî biçûk jî tê bihîstin.

Hat diyarkirin ku ekrana şopandina kamerayan piştre hatiye guherandin û beriya bûyerê û roja bûyerê li ser ekranên kompûterên biçûk hatiye temaşekirin. Her wiha agahî nehatin dayîn bê ka di dîrok û saeta bûyerê de hêzên ewlekariyê li odeya temaşekirina kamerayan hebûn an na.

Bûyer li nezaretxaneya hejmar 4 pêk hatiye. Li gorî îfadeyên kesê bi navê S.K. ku di roj û saeta bûyerê de li nezaretxaneya hejmar 3’yan dihat ragirtin û li gorî dîmenên kamerayan; Bûgrûr di nava 10 deqeyan de gelek caran hewl dide întîhar bike, ji bo suntayan ji bloqên beton veke wan dide zorê, çendek caran xwe bi şifşeyên nezaretxaneyê ve hildikişîne, di wê navberê de sunta ji destê wî dikevin erdê, her çend ku kamerayan qeyda deng negirtibe û dîmenên bêdeng kişandibin jî ji hereketên dev xuya dibe ku diqîre û deng derdixîne. Nezaretxaneya ku şexsê bi navê S.K. lê dimîne li rex nezaretxaneya Bûgrûr e û odeya polîs lê dimînin jî li cihekî pir nêz e. Di rewşeke wiha de nebihistîna dengê Bûgrûr mimkin nîne.

Polîsan di îfadeyên xwe de diyar kirin ku di roja bûyerê de kamerayên nezaretxaneyê li ser ekranên komputerên biçûk hatine temaşekirin lewma nehatine ferqkirin. Piştî bûyerê jî li ser ekranên mezin hatiye temaşekirin. Li gorî girteka temaşekirina kamerayan jî şexsê behsa xeberê saet di 09.20.20’an de bêtevger ma ye û polîs jî saet di 09.38.35’an de hatine nezaretxaneyê. Bi vê yekê re hatiye tespîtkirin ku saziyê berpirsyartiya xwe ya çavdêrî û pêşîlêgirtinê binpê kiriye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar